Serokê Giştî yê HUDA PARê dikandarên Misircê ziyaret kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê di bergeha ziyaretên li herêmê de li navçeya Misirceya Sêrtê dikandaran ziyaret kir, bi wan re xeber da û derd û kûlên wan guhdar kir.

Yapicioglu piştî ziyaretan daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de wisa got: “Em do hatin Sêrt’ê û em îro jî hatin Misirc’ê (Qurtalan). Em li esnafan gerîyan, ew zehmetîya ku li her terefê memleket heye li Misirc’ê jî heye. Esnaf gazinan dike, karê wan nabe, dibên millet nikare debara xwe bike û îsal qasî ku me pirsî dibêjin li vê deverê dahata nîska baş bû, lê yê genim li gorî hevîkirina wan nehatîye. Ji ber vê jî esnaf gazin dike dibêje îş tune. Ew kesên ku dikanê wan kirê ne belkî kirîya xwe bi zor derdixin. Milletê ku di berîka wî de çend qiruş maye ew xerc dike. Îro sêşemb e roja înê jî erefeye yanî sê roj ji ‘îdê re maye. Her sal çend roj ji ‘îdê ra dima belkî di sûkê de însan nikaribu di rê de herin. Yanî belkî ji qalabalixa ji nava dikanan mişterîya re rê tinebû. Lê îro ew dikanên ku şêranî û şekir û alavên ‘îdê difiroşin dikanê wan de mişterî tunebûn. Wexta em ketin nava dikanan em hebûn û dikkandar hebû kesîdî tunebû. Xwedê li vî milletî bê rehmê. Em tim dibêjin, eger fiyetê tişta bilind dibe û hikûmet nikare jê re çarekî bibîne ku wan fîyeta daxe nehêle ku fîyet bilind bibin. Ege ev ne mimkin be lazime dahata millet zêde bibe. Ji bo ku dahat zêde bibe îro sibe wê ji bo zama teqewîdbûyîyan ji sedî dora 40’î wê zem bibe; lê ev jî têr nake. Em bêjin me’eşê binî 5-6 hezarî lazime tune be yê teqawîdbûyî jî di nav de. Destheqê herî kêm bû pênc û nîv. Yê teqawîdbûyî jî lazime herî kêm were wî sewîyê.Cotkar dibêjin îsal fiyetê zad başe; lê fiyetê mazotê berî niha çend salan belkî bi 2 kîlo genim re me lîtreyek mazot distand. Îro yek lître mazot bi 4 kîlo genim ve tê. Ev jî ji bo debara cotkaran zehmetî çêdike. Em hêvî dikin dengê me hikumet bibihîze, dengê me here wan û çarayekê ji vê bahayiyê, ji bo debara milletê çareyekî bibîne Înşellah.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.