Serokê Giştî yê HUDA PARê fitara xwe ya ewil li Entabê di nav erdhejzedeyan de vekir

Serokê Giştî yê HUDA PARê fitara xwe ya ewil li Entabê di nav erdhejzedeyan de vekir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê fitara xwe ya ewil a Remezana îsal li navçeya Nûrdaxiya Entabê di nav erdhejzedeyan de vekir.

Her weke ku tê zanîn Nûrdaxiya Entabê jî ji ber erdhejên ku di 6ê Sibatê de pêk hatibûn zirareke mezin dîtibûn. Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku ji roja ewil ve digel partîya xwe li herêma erdhejê hewl didin ji erdhejzedeyan re bibin alîkar doh fitara xwe ya ewil a Remezana îsal li gundê Îkîzkuya navçeya Nûrdaxiya Entabê di nav erdhejzedeyan de vekir.

Yapicioglu û heyeta pêre ji teref muxtar û ehlê gund ve hatin pêşîwazîkirin.

Yapicioglu berîya Remezanê talîmat dabû temamê teşkîlatên xwe da ku di Remezanê de li sehayê di nav gel de bin da ku xelq ku tenê hîs neke.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler