Serokê Giştî yê HUDA PARê peyama Îda Remezanê belav kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê peyama Îda Remezanê belav kir

Îshak Saglamê Serokê Giştî ji ber minasebeta Îda Remezanê peyamek belav kir û îda alema Îslamê pîroz kir.

“Divê em di îdan de temamê cudahîyên xwe deynin alîyekê  û bibin yek û derd û kulên hev çareser bikin”

Saglam di peyama xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, hemd ji Xweda re ku piştî Remezanê kir nesîbê me em bigihijin îdê û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Çawa ku me sala borî îda xwe pîroz kir, îsal jî bi heman awayî em bi xemgînî, bi kul û keser pîroz dikin. Lewra li Filistînê dîsa îşxal û qirkirin berdewam dike û digel pandemî em ji îmtîhaneke giran derbas dibin. Divê em di îdan de temamê cudahîyên xwe deynin alîyekê  û bibin yek û derd û kulên hev çareser bikin. Îro ger li ser erdnigarîya Mislimanan bênavber xwîn diherike û rondik ji çavan kêm nabe sedema vê yekê ya sereke parçebûn û îxtîlafa di nav me de ye. Dîsa ji ber ku em hesabên xwe yên biçûk ên dinyewî didin pêşîya hisabên xwe yên bawerî em di vî halî de ne.”

“Divê hemû kes destekê bide kesên ku di oxira Eqsayê de şer dikin”

Saglam  di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, divê hemû kes destekê bide kesên ku di oxira Eqsayê de şer dikin û dû re wiha got: “Tiştê ku dê ummetê ji temamê alozî û nakokîyan û îxtîlafan xelas bike û tiştê ku dê di nav ummetê de wehdetê tesîs bike Mescîda Eqsa ye. Ez banga mudafakirina Mescîda Eqsayê li temamê Mislimanan dikim. Divê hemû kes destekê bide kesên ku di oxira Eqsayê de şer dikin.Bi vê wesîleyê ez îda Remezanê ya temamê alema Îslamê pîroz dikim.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.