Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapiciogli li Kovancilarê bi xelkê re hat cem hev

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapiciogli li Kovancilarê bi xelkê re hat cem hev

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, Bi tevî Namzedê Serokê Şaredarîya Kovancilarê Metîn Suîçer û Serokê Şaredarîya Xarpêtê Yasîn Kavakli lokala hilbijartinê vekir.

HUDA PAR ji hilbijartina mehellî ya sala 2024an re lez dide û xebatên xwe didomîne.

Yapicioglu di axavtina xwe de îfade kir dema ku ew qala qirkirin û birçîbûnîya li Xezzeyê neke û derbasê meseleya hilbijartinê bibe ew ê dilê wî jan bide, wî îfade kir ku ummeta Îslamê îmtîhanê derbas nekirîye.

“Em li vê derê di meha Remezanê de dema ku sifreyên xwe yên fitarîyê û paşîvê amade dikin û Xwedê bike qismet em çend tiştan bixin gelo xûşk û birayên me yên li wê derê tiştekî dibînin an jî na? Divê em heta ku birçîbûnî, bêdermanî, mehrûmîyet û wehşeta li wê derê dawî nebe vê meseleyê ji rojeva xwe dernexin û daîma zêhna xwe jî ‘Gelo hêj tiştê ku ez bikim çi maye?’ bifikirim. Divê em li ser mirovên ku dikarin bi fiîlî tiştan bikin zextekî çêbikin. Ew îmtîhanên xwe dan. Feqet mixabin 2 milyar ummeta Îslamê di vê îmtîhanê de di sinifê de ma û serfiraz nebû.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de derheqê hilbijartinê de jî peyaman da û krîterên ku ew namzedên bijartine diyar kir:

“Em dibêjin ku înşaallah dema ku însanên me ji me re teweccûh nîşan bidin û rayên xwe bidin van namzedên me û van birayên me jî werin meqaman, ew ê wê xizmetê di nav edaletê de bikin. Ji bona ku namzedên me di nav edaletê de bixebitin, cudahîyê nekin, torpîl û zilmê nekin çi hewce be em ê wî bikin. Ya duyemîn jî em dibêjin ‘emanet’. Tiştên ku me bi xebatê qezenc kirîye an jî gotîye qey yö me ne tev ê Xwedê ne û ew ji me re emanet daye. Dema ku me namzedên xwe bijart lê nenêrt ku ew ê kîjan namzed zêde rayan bistîne. Pêşîvanîya me ya ewil ev bû ku me digot gelo ew ê kîjan namzed malê xelkê ji malê xwe jî zêdetir biparêze û dîqet bike?”

Yapicioglu, taybetîyên ku di namzedên xwe de bijartine da rêzê û weha axavtina xwe dawî kir.

“Belê, em ê xizmetê bikin. Ji bona ku vê xizmetê jî bikin ew ê mirovên ku layiqın û dikarin vê karê bikin werin ser xebatan. Ji bona hemû beş û meseleyan ne hewceye ku mirovekî tenê pispor be. Lê dema ku wî mirovê malê xelkê biparêze, ji bona ku lazimatî ji çi re heye ew ê ew mirov, pisporekî bîne û ji bona xizmeta xelkê wî pisporê îstîhdam bike. Wê karê bi wê pisporê bide kirin. Lê ew ê malê xelkê bi beredayî xerc neke, ew ê ji tu kesê re pêşkêşî neke û îsrafê jî neke.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.