Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Dema ku edalet bê tesîskirin dinya wê ji me hemûyan re qîm bike!

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Dema ku edalet bê tesîskirin dinya wê ji me hemûyan re qîm bike!

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di çarçoveya zîyaretên li Kocaelîyê de Komeleya Wanîyan zîyaret kir, li vê derê axavtinek kir û bal li ser edaletê kişand.

Yapicioglu di çarçoveya xebatên hilbijartina 31ê Adarê de zîyaretên xwe didomîne.

Yapicioglu li Kocaelîyê bi Wanîyan re hat cem hev û li vê derê axavtinek kir, wî di axavtina xwe de bal kişand ku ew li 81 bajaran namzed nîşan dane, ger ku xelk wan hilbijêre ew ê hem di şaredarîyan de hem jî di meclîsên şaredarîyan de ji bona ku mesulîyetên li ser milê wan dikeve bi cîh bînin wê bixebitin.

Yapicioglu di axavtina xwe de bi Kurmancî xîtab kir, “Em di hilbijartina sala 2014an de, tenê di 11 bajaran de beşdarî bûn. Di wê hilbijartinê de em ji bajarên Sêrt, Semsûr, Riha, Dîyarbekir, Şirnex, Bêdlîs, Mêrdîn, Xarpêt, Çewlig, Êlih û Wanê ketinê. Yanê em di herêmê de ketin hilbijartinê. Di hilbijartina sala 2019an de ji xwe em namzedan nîşan nedan. Di vê hilbijartinê de jî em li 81 bajaran namzedan nîşan dane. Em ji bo gelê xwe xizmetê bikin talibê vê karê ne. Ger ku xelkê me teweccûh nîşanê me bide û me hilbijêre, em ê hem di şaredarîyan de hem jî di meclîsa şaredarîyan de ji bona ku mesulîyeta li ser milê me dikeve bi cîh bînin wê bixebitin, ji bona vêya em ketine vê rê. 35 partîyên sîyasî hene ku dikevin hilbijartinê, lê dema ku em televîzyonê temaşe dikin tu dibêjî qey du partî tenê dikeve hilbijartinê. Em jî ji bona ku xwe bidin naskirin bajar bajar, gund gund, kolan kolan û wek cîhê we komele komele digerin. Carna em derdikevin televîzyonan dixwazin ku dengê xwe ji zêdetir însanan re bighêjînin. Em dixwazin ku bi xelkê xwe re rûbirû rûnên û ji wan re qala doza xwe bikin. Îro jî nisîbê me ev der bûye. Me got em birayên xwe yên Wanîyan zîyaret bikin.”

“Prensiba me ya ewil edalet e”

Yapicioglu bal kişand dema ku ew di şaredarîyê de xizmetê bidin ew ê li partî û îdeolojîyan nenêrin ji hemû kesan re xizmetê bikin:

“Nerîn û nêzbûna me ya derheqê hilbijartinê de ewakî ye; wê mirovê ku tu dixwazî bila raya xwe ji me re dabe an jî ji partîyekî dinê re dabe em li fikr, partî û îdeolojîya wî nanêrin. Hedef û gotinekî me heye. Em dibêjin, ‘Pêşî Însan, Pêşîvanî Edalet’. Em ê ji edaletê şaş nebin û daxwazîya me ya ji Xwedê ew e ku me gavekî jî ji edaletê dûr û şaş neke. Armanacekî me tenê heye ku ew jî gihaştina Rizayê Îlahî ye. Rebbê me jî encax ji edaletê razî dibe. Ji ber vê yekê em dibêjin ku prensîba me ya ewil edalet e. Ya duyemîn jî emanet e.”

“Dema ku edalet bê tesîskirin ev dinya ji me hemûyan re qîm dike”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de ji çanda jîyana nav hev a li Beljîqayê de mînak da û bal kişand ku dinya ji bona ku hemû însan di nav hev de bijî fire û mezin e, nîmetên di nav dinyayê de jî qîma hemû kesan dike.

Yapicioglu, “Dema ku hûn diçin Beljîqayê, hûn di hinek taxan de dibêjin qey hûn li Dîyarbekir an jî li Wanê ne, dema ku hûn diçin cîhekî dinê hûn dibêjin qey hûn li Qeyserî, Sîwas an jî Çorûmê ne, dema ku hûn biçin cîhekî dinê jî hûn dibêjin qey hûn li Efrîqa, Cezayîr, Gana an jî li Çadê ne. Yanê cîhekî ku mirov dikare di nav hev de bijî ye. Dinya mezin e, ji bona me fire ye. Mînak hûn li ser Gola Wanê platformekî dêynin û mîtîngekî bidin 8 milyar însan li ser wê platformê dikare cîh bigre. Dinya ewqas fireh e. Lê însan dinyayê ji xwe re teng dikin. Bi rastî jî dema ku edalet bê tesîskirin dinya jî qîmê me hemûyan dike. Lê hinek însan, di parvekirina nîmetên dinyayê de çavê wan têr nabe, qîma xwe bi heqê xwe nayne û çavê xwe û destê xwe dirêjê heqê dinê jî dike. Dema ku ewakî bibe jî hemû tişt tevlîhev dibe. Eger hemû kes ji heqê xwe re razî bibe -ku ji xwe edalet jî ev e- wê tu kes ji yekî dinê re neheqîyê neke an jî xwedîyê îmkanan, ji yên feqîr û ziîf re zilmê neke û heqê wî nexwe ew ê ji zilmê re jî îzîn nede. Ger ku li memleketekî însanekî ziîf; di nav rehetî û netirsîyê de ji însanê bi qewet û dewlemend nikaribe heqê xwe bixweze û nikaribe heqê xwe bistîne, wê çaxê hizûr jî seadet jî çênabe. Ji ber vê yekê lazim e ku hemû kes bighêje heqê xwe û ji ber vê yekê divê edalet bê tesîskirin. Em jî ji bona ku wê edaletê tesîs bikin û tesîskirina wê edaletê bi biroj û di destê me de fener be jî em ê bi tevî fenerê wê edaletê bigerin. Wê wisa bibe ku gur û mî di nav hev de bijîn. Em edaletekî ewakî digerin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.