Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Di şaredarîyên ku ew ê qadroyên azad îdare bikin de wê îsref û bêsexbêrî dawî bibe

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Di şaredarîyên ku ew ê qadroyên azad îdare bikin de wê îsref û bêsexbêrî dawî bibe

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu weha got, “Di şaredarîyên ku ew ê qadroyên azad îdare bikin de wê îsref û bêsexbêrî dawî bibe. Wê pereyê miletê ji bo xizmeta miletê bê xerckirin. Ew ê bi fikra îdarekirina zelal bê îdarekirin, bajar û kolan w

Îfşayên doza Epsteînê milyarderê Cihûyî

Yapicioglu derheqê rojeva dawîn a li cîhanê de jî axivî û îfade kir “Van sîyonîstan û wan kesên ku dixwazin hakimtîyê li ser dinyayê bikin dikarin her tiştî bikarbînin. Ew sîyasetmedar, malbatên qraltîyê, akademîsyen, serokkomar û serokwezîran dikin bin destê xwe û ji bo armancên xwe wan tehdît dikin. Wa hûn dibînin çend vîdeoyên wan derketin holê lê ev jî bi projeyê ye ku hinek însan bi vana têne tehdîtkirin. Yanê ji wan re dibêjin ger ku hûn li gor me hereket nekin em ê pêl bi pêl van vîdeoyan parve bikin. Ey xûşk û birano hûn zanibin ku li cem vana însanîyet tineye. Ew ji bo menfeat û zewkên xwe dikarin însanan, zarokan bikujînin û wan ji bo kêfên xwe bixebitînin. Hûn zanibin ku dinya di dema tarîtîya herî gur de ye, bi îzna Xwedê ez wisa hêvî dikim ku ew ê ev tarîtî ji bo însanîyetê bibe ronahîya hurrîyetê û ew ê tava edaletê derkeve holê.”

“Ew li ser Ala Tewhîdê kîn û nefretên xwe ya ku ji Îslam û Misilmanan re hene vereşîyan”

Yapicioglu, “Di Meclîsê de di dema gotûbejkirina bûdçeyê de pêşî serokê koma muxalefetê qîra xwe li me da û dûre jî serokê wan qestî min kir û derheqê bernameya partîya me de axavtinên gemar kirin. Dema ku ew qala vêya kirin jî li ser rengan, rengekî nû anîtin. Min berê navê rengê kesk bihîstibû lê ez cara yekem rengekî bi navê keska xîlafetê hisîyam. Û li gorî wan hemû alên ku li ser ‘Laîlahe Îllallah Muhammedun Resulullah’ dinivisîne, ala xîlafetê ye. Armanca wan tevlîhevkirina welatê ye ji ber vê yekê ji van alan re dibêjin ala xîlafetê. Ew di serî de li ser rengê, dûre jî li ser alê kîn û nefretên xwe yên ji Îslam û Misilmanan re hene vereşîyan. Hûn di rojevê de dibînin ku çend mesele pêk hatin. Yekî êrîşî mirovekî ku di destê wî de ala tewhîdê hebû kir, dûre êrîşî mele û mirovekî dinê hat kirin. Hûn zanibin ku van êrîşan û meseleyan ne tesadûf in. Hinekan ji wan însanan re tiştekî gotîye û ew jî wezîfeya xwe bikartînin.”

“Tiştê ku ew dixwazin komarîyekî bê millet e”

Yapicioglu îfade kir wan kesên ku li ala ku li ser Kelîma Tewhîdê tê nivîsandin qebûl nakin bi rastî ew “komarîyê” jî naxwazin, “Komarî çîye? Komarî; hilbijartina îdarevanan a ji teref xelkê ve ye. Tiştê ku ew dixwazin ev e ku ew komarîyekî bê komar yanê komarîyekî bêxelk dixwazin. Ji ber ku ew dixwazin li gorî serê xwe îdare bikin naxwazin bila xelk eleqeya wan bikin, bi vê şeklê ew komarîyê jî naxwazin û raste rast ji nirxên însanan re neyartîyê dikin.”

Yapicioglu, “Zilamno, eqlê xwe bidin ser serê xwe. Dewra komarîya bêxelk dawî bûye. Hûnê rûmetnîşandana ji nirx, bawerî û Kelîma Tewhîdê ya vê milletê re wê hîn bibin. Ew ê di alîyekî de van tiştan înkar bikin û rûmetê nîşan nedin, wê di alîyekî de jî dema ku hilbijartin were ew ê xwedî li vê xelkê derbikevin ku ew jî ne birastî ye. Ew ê digel hemû reqlam û xebatên wan wê mexlûb bibin. Lê ez ji we re vêya bibêjim piştî ku mexlûb bibin jî ew ê li hember eynikê ji dêla pirsa ‘Gelo me di li ku derê de xeletîyê kirîne, kêmasîyên me çi bûn?’ wê xelkê sûcdar bihesibînin. Ez ji li vê derê ji wan re dibêjim, ji xwe re bibin zilam, bibin însan, pêşî ji bona fêhmkirina vê milletê bixebitin û hûnê mecbûr rûmetnîşandayîna ji nirxên vê milletî re hîn bibin.”

“Bajarên ku qadroyên azad îdare bikin ew ê ewletir bibe”

Yapicioglu derheqê hilbijartinê de jî axivî û weha got, “Bi îzna Xwedê ew ê xelkê me bi rêveberîya qadroyên azad, bi şaredartîyê re xwe nas bike. Em wisa bawer dikin ku wê demê hatîye. Em ji gelek însanan re dipirsin pirsgirêk çîye? ew jî ji me re dibêjin ku pirsgirêka vê memleketî îsref û bêsexbêrîye. Wê pereyê xelkê ji bo xizmeta xelkê bê xerckirin. Erê ew ê îsref û bêsexbêrî dawî bibe, malê milletê ji bo xizmeta milletê bê xerckirin, wê dema tereftdarîyê biqede. Bi îzna Xwedê em ê li ser derê her şaredarîya ku me qezenc kirîye vê nivîsê binivisînin, ‘Yê ku rûşwedê distîne jî û dide jî melun e’ bi îzna Xwedê ew ê wan şaredarîyan bi îdareyekî zelal bê îdarekirin. Bi îzna Xwedê ew ê bajarên ku qadroyên azad îdare bikin de; kolan, bajêr, tax ewletir bibe.”

“Di meclîsa ku endamê meclîsê yê HUDA PARê di nav de be tu kes nikaribe neqanûnîyê bike”

Zekerîya Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku ew ê ne tenê serokê şaredarîya partîya wî, wê endamê meclîs û endamê meclîsa giştî yê bajêr a partîya wî jî heq û hiqûqa xelkê biparêze, “Di nav meclîsekî ku mirovekî HUDA PARî di nav de heye de bêheqî, bêhiqûqî, tiştên neqanûnî ew ê çênebe û wê tu kes jî nikaribe vê tiştê bikarbîne. Bi rastî hemû kesên ku dibêjin ‘Em ji ummeta Muhamemdûl Emîn in’ di vê şiûrê de be. Bi îzna Xwedê ger ku miletê me ji van wezîfeyan re me layîq bibînin em ê ji bona van tiştên ku dibêjin bi hemû qeweta xwe bixebitin.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.