Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Zekerîya Yapicioglu dikandarên Manîsa'yê ziyaret kir

Zekerîya Yapicioglu'yê Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê bi endamên rêkxistinê di bergeha ziyaretên li herêmê de li Manîsa'yê dikandaran ziyaret kir.

Yapicioglu'yê ku li çar alîyê Tirkîye'yê zîyaretan dike, di vê çarçoveyê de bi xelqê re hevdîtinên xwe berdewam dike. Yapicioglu û heyeta pêre ji bo şîna damezrînerên HUDA PAR'ê Fadil Şanî çûbûn Îzmîr'ê, dû re derbasî Manîsa'yê bûn.

Yapicioglu bi teşkîlata partîyê re hat cem hev û derheqê xebatên partîyê de agahî ji Saît Seyitoglu'yê ku Serokê Manîsa'yê partiya wî ye hilanî.

Yapicioglu dûre dikandarên ku li ser Cadeya Komareyê ne zîyaret kir, pirsgirêk û daxwazîyên wan gohdar kir. Esnaf û welatîyên ku ji zîyaretê dilxweşîyên xwe anîn ziman, gazin ji biha bûna jiyan û zêde bûna fiyetan kirin.

Her wiha Yapicioglu bi welatiyan re sohbet kir û pirsên esnaf û welatiyan bersivand.


Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Zekerîya Yapicioglu

"Dikandar digel zêdebûna destheqê kêmtirînê ji nebûna kar gilîdarin"

Yapicioglu piştî ziyaretan daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de wisa got, "Pirsgirêkên Manîsa'yê, pir dişibin pirsgirêkên herêmên din ên Tirkiye'yê. Dikandar digel zêdebûna destheqê kêmtirîn û destheqên teqawidan ji nebûna kar gilîdarin. Pîyase bêdenge… Zêde bûna fiyêtan ji bo kesên ku perê wan hene tiştek na guherîne. Lê bi taybetî ku kesê perê wan tune ye, yan jî dahatên wan sabit e heta tişna dikirin sed carî hesaban dikin. Ev jî cîroya dikandar dadixe."


"Heta ku perê ku di destê gel de ye zêde nebe ev derbasbûna bendewarîya tengava aborî di demeke kinde xelas nabe"

Yapicioglu gotinên xwe werê domand:

Aniha di wateya kurewî de him bihayê enerjîyê him jî bihayê xwarinî de hêdîçûnek heye, qet nebe di leza zêdebûyînê de hêdîçûnek hebe jî heta qeweta kirîna gel zêde nebe derbasbûna bendewarîya tengava aborî di demek kinde xelas nabe. Qet nebe me li Manîsa'yê vana dît. Em çûn dikaneke konserveya difiroşe. Me got karê te çewa derbas dibe. Go ji bo ku fêkî û sebze biha bûne kes wek salên çûne konserveyan çênake. Aniha demsala fêkî û sebzeyane, gerek heta niha erzan bibe û gel dest bi çêkirina konserveyan bikira. Gel aniha çêneke piştî demsal derbas bibe wê çawa çêkin. Xwedê alîkarê desttenge be.

Yapicioglu dûre bû beşdarê bernama zindî yê "Ramazan Duman ile Gundem" a Manîsa ETV'yê.

Di zîyaretê de bi tevî Yapicioglu Huseyîn Yilmaz'ê Alîkarê Serokê Giştî, Mahmut Îrtem'ê Endamê Sazîya Îdareya Giştî, Hasan Aşkin'a Koordînatorê Herêmî yê Egeyê, Saît Seyîtoglu'yê Serokê Bajêr û endamên teşkîlatê jî beşdarî bûn. (ÎLKHA)

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.