Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Divê em Xezzeyê ji rojeva xwe dernexin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Divê em Xezzeyê ji rojeva xwe dernexin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu weha got, “Divê em Xezzeyê ji rojeva xwe dernexînin çîmkî qetlîam berdewam dike. Divê em tiştên ku heta îro kirine qasê ku qîm dike nebînin.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya yapicioglû di bernameya danasîna namzetên serokên şaredariyan de axivî da.

Yapicioglû got, qirkirin û komkujiya li Xezzeyê, di rojên dawîn de bi qastî ji rojevê tê xist in û dûre weha got:

“Vê qirkirin û komkujî êdî sînorên tehammulê derbas kiriye. Qirkirina qewmekî ji teref herkesî ve tê telînkirin, xelkên cîhanê nerazîbûnê xwe nîşanê vê qirkirinê didin. Lê mixabin êdî ev qirkirin ji rojeva milletême ketiye. Berê xeberên qenalên televîzyonê bênavber 24 saetan behsa Xezzeyê dikirin. Ji xeynê îstîsnayan dibêjin qey li wê derê ev zilm û qirkirin bi dawî bûye. Dibêjin qey êdî li Xezzeyê xwîn nayê rijandin. Li ser mijarên dinê xeberan didin û diaxivin dikin.”

Yapicioglû di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir, wê hertim Xezzeyê di rojeva xwe de bigirin, ji ber nerazîbûnên welatên Îslamê nerazîbûnên xwe nîşanê van welatan da:

“Dibe ku carînan em behsa hin mijarê din jî bikin jî, ji bo ev zulm û zordarî bê sekinandin hemû hewlê xwe emê bidin. Divê tiştên ku me heta niha kirinin kêm bin. Lewra tiştên me û welatên din kirinin, qîm nekirîye ku ji ber vê yekê ev qetlîaman nehatinin sekinandin. Divê ev deng bê bilindkirin. Lê ji xerbê ev deng bilind dibe. Lê mixabin dibê je qey axa mirinê hatiye avêtin ser alema îslamê û misilmanan.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.