Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Em meşa xwe ya pêşve ya li ser îstîqametê didomînin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Em meşa xwe ya pêşve ya li ser îstîqametê didomînin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, derheqê hilbijartinê de axivî û got, “Wek her partîyan em ê jî nirxandinên xwe yên encamên hilbijartinê bikin. Bi gavên biçûk be jî em meşa xwe ya pêşve ya li ser îstîqametê didomînin.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di Navenda Giştî yê Partîya xwe de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Yapicioglu di axavtina xwe de îfade kir ew daxwaz dike ku bila encamê hilbijartinê bixêr be.

“Çiqas raya ku me girtîye di binê reqemên ku me hêvî dikir de be jî me rayên xwe zêde kir û hilbijartinê temam kir”

Yapicioglu weha got:

“Em wek HUDA PARê çiqas jî rayên ku me girtîye di bin reqemên ku me hêvî dikir de be jî me rayên xwe zêde kir û bi wê şeklê hilbijartinê temam kir. Em ê wek her partîyan wê nirxandinên xwe bikin. Bi gavên biçûkbe jî em ji pêş re li ser îstîqametê dimeşin. Me piştî Meclîsa Gel a Mezin di meclîsên şaredarîyan de jî mafê temsîlîyetê bidestxist.”

Digel hemû astengîyan teşkîlatên me xebitîn, ez ji xûşk û birayên xwe re teşekûr dikim. Ez ji temsîlkarên me yên gund/tax, navçe, bajar û yên ku girêdayê navenda giştî ne re, ji baskên me yên pîrek û ciwan re, ji namzedên me yên şaredarîyê û namzedên me yên meclîsê re, ji hemû birayên me yên ku di sindoqan de wezîfe girtine re teşekûr dikim.

Ez carekî dinê jî daxwaz dikim ku bila encamên hilbijartinê bi xêr be. Ji hemû endamên me yên şaredarîyê û meclîsê re jî di xizmetên wan de serfirazîyê dixwazim.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.