Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Kilisê dikandaran zîyaret kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ku bû du salan e hema hema temamê 81 bajaran zîyaret kir, yê dawî ji çû Kilisê.

Yapicioglu, li Kilisê pirsên endamên çapemenîyê bersiv da û dû re dikandaran zîyaret kir.

Yapiciogluyê ku dikandarên li ser Ceddeya Murtazayê ne zîyaret kir, pirs û pirsgirêkên dikandaran gohdar kir û da nivisandin.

Yapiciogluyê ku dikanên mihacirên Sûrîyeyî jî zîyaret kit, bi Sûrîyeyîyan re eleqeyek nîşan da.

Serokê HUDA PARê di dema zîyaretê de ket nav dikanekî Sûrîyeyî û ji xwedîyê dikanê re weha got, ‘Em ji we re nabêjin penaber, em ji we re mihacîr dibêjin. Hûn birayên me ne.’ Yapicioglu, bi vê gotinê bal li ser provokasyonên ku li ser Sûrîyeyîyan tê kirin kişand.

Yapiciogluyê ku li Kilisê dikandaran zîyaret kir ew ê zîyaretên xwe bidomîne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.