Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Wanê hinek zîyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu li Wanê hinek zîyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ku ji bo danasîna endamên serokê şaredarîyê ên partîya xwe hatibû Wanê, li bajêr hinek zîyaretan li dar xist.

HUDA PARê ku ji bo hilbijartina 31ê Adarê xebatên xwe didomîne, danasîna namzedên serokê şaredarîyê ên xwe didomîne.

Herî dawîn li Wanê namzedên xwe yên 1 bajara mezin, 2 bajar, 7 navçe û 1 bajarokê eşkere kir.

Yapicioglu di zîyareta xwe de Kona Piştgirîya ji bo Fîlîstînê jî zîyaret kir.

Yapicioglu di Kona ku ji teref Platforma Piştgirîya ji bo Fîlsîtînê yê Wanê ve li navenda bajê hatîye vekirin de bi Berdevkê Dewra Înîsîyatîfa Piştgirîya Sîvîl ya Wanê Mehmet Alî Uca û dildarên wî re hat cem hev, ew bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Hat îfadekirin ku Yapicioglu piştî zîyareta konê, bi temsîlkarên STK, rîspî û dikandaran re hat cem hev.

Piştî civîna ku ji çapamenîyê re girtî hat tertîpkirin, Yapicioglu Federasyona Eşîrên Qedîm zîyaret kir.

Yapicioglu li vê derê pirsgirêk û daxwazîyên wan gohdar kir û ji wan re qala xizmeta şaredarîya HUDA PARê kir.

Yapicioglu herî dawîn beşdarî bernameya qenelekî TV bû û bernameya wî ya li Wanê dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.