Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ray da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu ray da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapiciogluyê ku li Diyarbekirê ray da diyar kir ku ev rojeke pirr girîng e û wiha axivî: “Erê jî derkeve na jî derkeve dê ev gel li vê memleketê jiyana bihev re bidomîne.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, li Diyarbekirê ji bo guhertina makeqanûnê ya ku di nav xwe de Pergala Serokkomariyê dihewîne ray da.

Yapiciogluyê ku di derdora saet 10.30an de ji bo raydanê hat Dibistana Valî Kurt Îsmaîl Paşaya li navçeya Kayapinara Diyarbekirê di sandûqa nimreya 2274an de ray da.

Yapicioglu diyar kir ku ev roj ji bo Tirkiyê pirr girîng e. Dûvre Yapicioglu wiha pê de çû: “Rojeke kerr e. Ez nizanim beşdarbûna vê referandûmê çi qas e. Lê beriya vê yekê ez temenî dikim ku bê qeza, bela û bê pevçûn derbas bibe. Beriya her tiştê înşaellah herkes tê ser sandûqê û bi îradeya xwe ya azad destê xwe datîne ser wîjdana xwe ji bo pêşeroja memleketê ray dide.

“Erê jî derkeve na jî derkeve dê ev gel li vê memleketê jiyana bihev re bidomîne”

Piştî ku rojnamevanekî wek pirs ji Yapicioglu re got; ‘heke erê yan jî ne derkeve dê çi bibe?’ Yapicioglu wek bersiv wiha vê pirsê bersivand:

“Hûn jî dizanin ku îro qedexeyên propaxandayê heye. Ez naxawazim zêde têkevim nav wan mijaran. Lê dixwazim vê yekê bibêjim; Erê jî derkeve na jî derkeve dê ev gel li vê memleketê jiyana bihev re bidomîne. Ji ber vê yekê herkes sakin bibe baş e.”

Yapicioglu wiha pê de çû: “Gor me a rast ew e ku gel were serê sandûqê û rau bide. Gotina ‘ez naçim ser sandûqê’ helbet tewrek e. Heke hemwelatî bi îradeya xwe bixwe biryareke wiha dabe em tişteke nabêjin. Divê mirov vê yekê jibîr neke; Gotina ‘ez naçim ser sandûqê’ tê vê wateyê; ‘ez tevlê vê îşê nabim. Ên din çawa biryar didin bila bidin.’ Gor me ev tewreke rast nîne.” (ÎLKHA) 




















 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.