Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, Serokê T-KDPê Kardaş zîyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, Serokê Giştî yê Partîya Demokrat a Kurdistan-Tirkîyê Mehmet Emîn Kardaş zîyaret kir.

Yapicioglu, Kardaşê di Serokatîya Bajêr ya Diyarbekir a Partîya Demokrat a Kurdistan-Tirkîyê de zîyaret kir.

Di zîyaretê de Yapicioglu û lijneya bi wî re ji teref Kardaş ve hatin pêşwazîkirin.

Yapiciogluyê ku di zîyaretê de axivî weha got, “Em ê fikr, nirx û nerînên xwe yên derheqê rojevê de gotûbej bikin û ji hev re bibêjin. Em ê derheqê çareserîya meseleya Kurd de li ser ka em dikarin çi bikin xeber bidin û gotûbejan bikin. Divê ku partîyên sîyasî gotûbejan bikin, dîyalogan bikin û ev rêyan jî vekirî bihêlin. Bi îzna Xwedê ew ê ji vê pê ve jî ev dîyalogên me bidome. Dibe ku di hinek meseleyan de fikrên me, nerînên me û sekna me cuda be lê di hinek hîsan û hinek meseleyan de nerînên me yên hevpar hene. Em ê derheqê meseleyên Kurdistana Bakur, Başûr û parçeyên dinê û meseleyên Tirkîyeyê de biaxivin. Ez hêvî dikim ku ev hevdîtinên me yên ku bidomin ji xêr û çareserîyê re bibe wesîle.

Kardaşê ku diyar kir ku ew ji ev zîyaretê kêfxweş bûne, ji Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu re ji ber zîyareta wî sipasîyan kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler