Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Sîyonîstên bi cilên dîplomatan in bila bên dersînorakirin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Sîyonîstên bi cilên dîplomatan in bila bên dersînorakirin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: "Eger kesên ku wijdanê wan nemiriye û însanetîya xwe winda nekiriye gavan neavêjin. Yên ku nizanin sîyonîzm çi feraset e dê bibêjin 'Wê ev yek pêk neyê'."

Rejîma terorîs, li Xezzeyê sûcên xwe yên herbê didomîne.

Rejîma terorîst, Nexweşxaneya Baptist Ehlî Ereb ya li Xezzeyê bombebarand û sûceke herbê ya nû pêk anît.

Berdevkê Wezareta Tenduristî ya Xezzeyê ev daxuyanî da, “Di êrîşa asîmanî ya ku rejîma sîyonîst li Nexweşxaneya Baptist Ehlî Ereb lidarxist de ji 500î zêdetir şehîd û birîndar hene.”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, derheqê bûyerê de daxuyanîyek belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Eger kesên ku wijdanê wan nemiriye û însanetîya xwe winda nekiriye gavan neavêjin. Yên ku nizanin sîyonîzm çi feraset e wê bibêjin 'Wê ev yek pêk neyê'.

Ew ê wan rebenên ku ji qatilên sîyonîstan re li hêvîya rehmetê ne kengî şîyar bibin?

Zimanekî tenê ku qatilên sînora wan yê wehşetê tineye fêhm dike heye: Ew jî qewet e.

Êdî wexta rabûna welatên alema Îslamê û yên ku li alîyê nirxên însanîne ya li hember ev komkujîyê nehatîye?

1- Divê gerek şebekeya terorê ya sîyonîst wek dewletekî neyê dîtin û ev rastîya ku ew rêxistineke terorîye bê dîtin, ji naskirina wî ya wek dewletê jî guhertin bê kirin. Divê dev ji hoqebazîya “Normalbûyînê” bê berdan.

2- Kesên ku têkiliyên wan ên dîplomatîk bi rejîma îşxalker a siyonîst re hene, divê demildest van têkiliyan qut bikin, siyonîstên ku di bin cilê dîplomatan de ne, derbixin û dîplomatên xwe vegerînin.

3- Divê qada hewayî ji hemû balafirên ku diçin û ji balafirgehên rejîma îşxalker a siyonîst diçin û radibin re bê girtin. Di derbarê wesayîtên deryayî de jî sepanek bi heman rengî divê were kirin.

4- Divê were qebûlkirin ku sûcê qirkirinê bi biryareke hevpar hatiye kirin, ne ji aliyê çend rayedaran ve, divê li hemberî kesên piştgirî û teşwîq kirine lêpirsîn bê vekirin. Divê demildest der barê berpirsyarên vê hovîtiyê de biryara girtinê bê dayîn.

5- Ambargoya kolektîf a ku berê li ser Rejîma Nîjadperest a Efrîqaya Başûr dihat sepandin, divê li ser siyonîstan jî were sepandin.

6- Divê li ser kesên ku ambargoyê pêk neynin ceza bên birîn.

7- Alîkariya însanî ya lezgîn ji bo Xezzeyê bê şandin û ji zîlleta destûrxwestinê ya ji sîyonîstan neyê kirin.

Li hemberî zilmê bêdeng mayî zilm e. Piştgiriya zaliman sûc e. Mirovahî zû yan dereng ew ê hesabê van sûcan bide.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.