Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, wê beşdarî mîtînga Êlihê bibe

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, wê beşdarî mîtînga Êlihê bibe

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bona ku destekê bide namzedê serokê şaredarîya partîya xwe ew ê beşdarî mîtînga ku di 24ê Adarê de roja Yekşemê li Êlihê bê lidarxistin bibe.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bi minasebeta hilbijartinê zîyaretên xwe yên li bajaran zêde kirîye û didomîne.

Yapicioglu ku bi hilbijêran re tê cem hev û derheqê rewşa hilbijartinê de diaxive, ji namzedên serokê şaredarîya partîya xwe re destekê dixwaze.

Yapicioglu, ew ê vê hefteyê li Êlihê ji bo Serkan Ramanli destekê bixwaze.

Remanli: Êlih ew ê bi hemû rengê xwe di mîtînga me de be

Serkan Ramanli derheqê mîtîngê de agahî da û hemû welatîyan bangê mîtîngê kir:

“Xelkê Êlihê yê biqîmet, hêdî hêdî em dighêjin kampanyaya xwe ya dawîn a hilbijartinê. Em ê di roja Yekşemê de di seat 14.00an de li Taxa Çandê bin. Em ê li wê derê mîtîngek li dar bixin. Ez hemû xelkê me dawetî mîtînga xwe dikim. Bi îzna Xwedê ew ê hemû Êlih bi rengê xwe di mîtînga me de be. Werin em bi hev re rengê xwe, tercîha xwe ji hemû Êlih û Tirkîyeyê re nîşan bidin. Ez we hemûyan dawetî mîtînga xwe dikim.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.