Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu dikandarên Rihayê ziyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu dikandarên Rihayê ziyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Rihayê dikandaran ziyaret kir û derd û kulên wan guhdar kir.

Yapiciogluyê ku ji bo hinek ziyaretinan çûbû Rihayê doh dikandarên li derdora Mizgefta Eyup Pêxember ziyaret kir. Yapicioglu di ziyaretê de derd û kulên dikandaran guhdar kir û hal û wextê wan pirsî.

Di dema ziyaretê de Yapicioglu nêrînên partîya xwe ya derheqê polîtîkayên îqtîsadî û sîyasî de bi dikandara re parve kir.

Yapicioglu piştî ziyaretan Mizgefta Eyup Pêxember ziyaret kir û dia kir.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.