Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu: Em difikirin ku nûnergehan vekin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu: Em difikirin ku nûnergehan vekin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapiciogluyê ku li bajara Antwerpena Beljîkayê axivî; derheqê tabloya sîyasîya Tirkîyeyê ya mewcûd, tewecûha ku ji partîya wan re tê nîşandan û teşebûsên wan yên vekirina nûnergehan a li Ewrupayê de daxuyanîyan da.

“Emê îlkeyên xwe necûn, sîyaseta xwe di nav daîreya meşrû de bikin”

Yapiciogluyê ku bal kişand ku ew bi partîtî îlkeyek û krîtereke wan heye; û ti car ew ê dev ji wan bernedin, diyar kir ku hikumet an jî muxalefet tişteke rast bike ew ê alîkarîyê bidin; dema ku tişteke xelet bikin jî ew ê li hemberê wan bisekinin.

“Em difikirin ku li Ewrupayê nûnergehan vekin”

Yapiciogluyê ku destnîşan kir ku ew difikirin ku li Ewrupayê nûnergehan vekin weha got, “Teşebûsên me yên ji bona ku em li Ewrupayê nûnergehan vekin çêbû. Li Enqereyê hevalên me him ji Elmanyayê û him jî ji Beljîkayê rendewuyan xwestin. Bi sefîrê Elman re hevdîtineke me çêbû. Me ji wan re got ku em li welatê we dixwazin ku nûnergehek vekin. Dûre jî ew ji me re bersiv dan û gotin ku, li Elmanyayê avahîya federalê heye. Her wîlayetek qanûna wan cûda ye. Hûn li ku derê dixwazin ku nûnergehîyan vekin. Dûre jî bersivek dinê ji me re nehat dayîn. Bi îzna Xwedê ger ku bibe em difikirin ku li giştîyê paytextên Ewrupayê nûnergehîyan vekin, bi tenê ne ku paytextan di ‘eynî demê de em difikirin ku li bajarên ku welatîyên me li wê derê zêde dijîn jî nûnergehîyan vekin.”

Hat hînbûn ku wê zîyareta Yapicioglu li Ewrupayê bidome. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler