Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu: Em li ber derbasbûna merhaleyekî nû ne

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu: Em li ber derbasbûna merhaleyekî nû ne

Yapicioglu, li navçeya Dara Hênîya Çewligê di bernameyekî fitarîyê de axivî û got, “Emê ji li ser merhaleyên ku berê derbas kiribû re pêlekî nû jî lê zêde bikin. Em li ber derbasbûna merhaleyekî nû ne, ew pêl jî bi îzna Xwedê ew ê 31ê Adarê be.”

Serokatîya Navçeya Dara Hênî yê HUDA PARê, berîya 31ê Adarê bi armanca hatine cem hev û zêdekirina rihê alîkarîyê ya bi welatîyan re bernameyekî fitarîyê tertîp kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu jî beşdarî bernameyê bû û bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.

Ji bernameya fitarî ya ku di Eywana Beş Kardeşlerê de hat tertîpkirin re gelek welatî beşdarî bûn.

Di bernameyê de namzedê Serokê Şaredarîya Navçeya Dara Hênî yê HUDA PARê Ramazan Guner axavtinekî silavdayînê kir.

“Dema ku em xebatên hilbijartinê dikin daîma hişê me li ser Xezzeyê ye”

Yapicioglu weha axivî, “Li çar alîyê welat maddeya ewil a rojevê hilbijartin e lê dema ku em fitarîya xwe dikin, paşîvên xwe dixwin û xebatên hilbijartinê dikin daîma hişê me di Xezzeyê de ye. Gelo xûşk û birayên me yên li wê derê ji bo fitarî û paşîvê parîyekî nan an jî qurtekî avê dibînin? Em daîma vê tiştê difikirin. Em difikirin gelo wan alîkarîyên ku ji çar alîyê dinyayê ji wan re hatine şandin dema ku ji wan re têne belavkirin ew ê bombe li ser serê xûşk û birayên me bibarin an jî na? Van tiştan ji hişê me dernakevin.”

“Em ji bona ku ji yekî re bidin qezenckirin an jî bidin windakirin van namzedên xwe nîşan nadin”

Yapicioglu destnîşan kir ku ew ji bo hilbijartina 31ê Adarê li her alî namzedan nîşan dane, “Berê jî vana gotinên ewakî digotin. Hemd ji Xwedê re we vê tiştê şikand. Niha jî wan kesên ku pozbilindîyê dikirin û berê xwe ji me vediguhertin dest bi hesabên ciddî kirine. Gotin ‘eceb’. Bi îzna Xwedê em ê di vê hilbijartina pêşîya me de jî van ecebên ku di serê wan de hene ji holê rabikin. Em ji wan re bidin gotin ku ‘belê, ew ê vana vê karê bişopînin’. Bi îzna Xwedê em ê ji merhaleyên ku me derbas kirîye re merhaleyên nû lê zêdebikin. Em li ber derbaskirina merhaleyekî nû ne. Bi îzna Xwedê em ê di 31ê Adarê de wê merhaleyê derbas bikin. Hinek gotin têne gohên me ku bihesaba ew ê HUDA PAR nekeve hilbijartinê. Ez li vê derê cardin dibêjin me li 81 bajaran yanê temamê bajaran namzedan derxistîye û nîşan daye. Em ji bona ku ji yekî re bidin qezenckirin an jî bidin windakirin nakevin hilbijartinê. Em ji bona ku namzedên me û wê welatê ku namzedê me li wê derê ye qezenc bikin dixwebitin. Û bi îzna Xwedê ew ê ji wan cîhan yek jî navçeya me ya Dara Hênî û bajarê me yê Çewligê be.”

Bernameya fitarîyê piştî axavtinan bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.