Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Rihayê erdhejzedeyan zîyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Rihayê erdhejzedeyan zîyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Rihayê erdhejzedeyên ku di nexweşxaneyan de dermanê didîtin zîyaret kir û ji bo wan şîfa xêrê daxwaz kir.

Du erdhejên mezin yên li Mereşê pêk hatin li Rihayê jî tesîrdar bûn.

Li Rihayê ji ber felaketê, mirovên ku canê xwe ji dest dane pêk hatin, kesên ku birîndar bûn çêbûn û gelek xanî û dikan jî xera bûn.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, di seatên ‘ewil yê erdhejê de ji partîyîyên xwe re bang kir û ji bona ku beşdarî xebatên lêgerîn û xelaskirinê bibin, ji bona ku birînan derman bikin wan seferber kiribû.

Cîhê nû yê Yapiciogluyê niha jî Riha ye.

Yapicioglu, li Rihayê erdhejzedeyên ku di nexweşxaneyê de tedawîyê didîtin zîyaret kir û ji wan re şîfa xêrê daxwaz kir.

Yapicioglu, ji Mehmet Yaşar Şîmşekê Serhekîmê Nexweşxaneya Dewlet ya Gola Mesîyan ve derheqê erdhejzedeyên ku tedawîyê dibînin de agahîyan girt.

Li ser hîsaba medyaya civakî ya Yapicioglu derheqê zîyaretê de daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin, “Serokê me yê Giştî Birêz Yapicioglu, erdhejzedeyên ku di Nexweşxaneya Dewlet ya Rihayê de tedawîyê didîtin zîyaret kir, ji birîndaran re şîfa xêrê daxwaz kir. Serokê me yê Giştî, bi Mehmet Yaşar Şîmşekê Serhekîmê Nexweşxaneyê re derheqê erdhejzedeyên ku tedawîyê dibînin de agahîyan girt.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.