Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Zekerîya Yapicioglu li Tekirdag'ê dikandaran zîyaret kir

Zekerîya Yapicioglu'yê Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê di çarçoveya zîyaretkirina Trakya'yê de bi lijneya li cem xwe re çû rawestgeha dawî ya Tekirdag'ê û li wir bi zîyaretkirina dikandaran pirsgirêkên wan guhdar kir.

Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Zekerîya Yapicioglu piştî hevdîtinên li Çeneqqele'yê, çû Tekirdag'ê û li wir dikandaran zîyaret kir.

Yapicioglu dikandarên ku li ser Cadeya 'Edalet'ê û Cadeya Muratli'yê ne zîyaret kir, pirsgirêk û daxwazîyên wan gohdar kir.


Yapicioglu, ji bo pirsgirêkên dikandaran ku li ba xwe da nivîsandin got ku ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan çi ji destê wan bê wê bikin.

Dikandaran gotin ku ji ber zamên ku li ser hev tên tu kes dan û standinê nake ji ber vê yekê jî karên wan ketiye, çareserîya ji bo vê pirsgirêkê jî ew mecbûr dimînin ku karkeran ji kar derxin.


Dikandarên ji ber îqtîsada ku her diçe xerabit dibe nikarin deynên xwe bidin, ji bilî wê dikandaran ji zêdebûna malîyetên têketinê jî gilîdar bûn.


Yapicioglu'yê ku gel ji wî re rûbikenî nîşan didan, demekî bi firoşkarê seyyar û gelên çayxaneyan de runişt û bi sohbet kirinê li wan guhdar kir. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler