Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Tokatê zîyaretan kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Tokatê zîyaretan kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê ku zîyaretên xwe berdewam dike, di vê çarçoveyên xwe de jî li Tokatê ye û li vê derê dikandaran û rîspîyan û temsîlkarên rêxistinên sîvîlan zîyaret kir û bi wan re hat cem hev.

Yapiciogluyê ku li çar alîyê welat zîyaretan dike vê carê jî li Tokatêye û zîyaretên xwe berdewam dike. Yapicioglu li vê derê pirsgirêkên dikandaran gohdar kir û bi welatîyan re sohbetê kir.

Yapicioglu di vê zîyaretê de teklîfê vexwarina çay yê ku ji dikandar û welatîyan hat qebûl kir û bi wan re çay vexwar.

Dikandarên Tokatê, ji Yapicioglu re pirsgirêkên aborî, edalet û bêkarîyê gotin û ji Yapicioglu re ji bo xebatên wê daxwazîya serfirazîyê kirin.

Di vê zîyaretê de bi tevî rîspîyên herêmê û temsîlkarên rêxistinên sîvîl re civîneke ku ji çapemenîyê re girtî hat tertîpkirin. (ÎLKHA)
https://youtu.be/td00AmSZuww

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.