Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu mala Cenabê Bedîuzzeman zîyaret kir

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê, li Ispartayê xanîyê Cenabê Bedîuzzeman zîyaret kir.

Zekerîya Yapiciogluyê ku di çarçoveya zîyaretên xwe yên memleketê de hat Ispartayê, li vê derê jî dikandarên ku li Ceddeya Mîmar Sînanê ne zîyaret kir û dû re mala Cenabê Bedîuzzeman zîyaret kir.

Yapicioglu, li vê derê telebeyên Ustad jî zîyaret kir.

Yapiciogluyê ku ji teref telebeyên Ustad ve bi balkêşî hat pêşwazkirin, ji wan anektodan gohdar kir û nîşanên derheqê jiyana Ustad de jî lêkolîn kir.

Yapicioglu, di daxuyanîya xwe ya ku li vê derê kir de, destnîşan kir ku ew şopînerê rêya Ustad in. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.