Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu: Şexsîyetên projeyî dixwazin ku hizûra milletê xera bikin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu: Şexsîyetên projeyî dixwazin ku hizûra milletê xera bikin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, li Wanê di mîtîngê de axivî. Di bernameyê de gelek mirov beşdarî bûn û ji gotinên partîyîyên DEMê ku ji wan re gotibûn re bertekek tund nîşan da.

Bername bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.

Yapicioglu desnîşan kir ku sîyonîstên îşxalker xelkê Xezzeyê wek wehş, hirç û hovan qetil dikin.

“Ew wek pereşûtê bi hevserokatîyê hatine ser partîyekî”

Yapicioglu ji gotinên Tulay Hatîmogullariya Hevseroka Giştî ya Partîya DEMê ku ji HUDA PARê re gotîye re bertek nîşan da, “Dost û hevalên biqîmet 10 roj paşê di heman demê de ew ê sindoqek were pêşîya me. Em ê 10 roj paşê wê biçin hilbijartinê. Em ê di vê hilbijartinê de mixtarên xwe, meclîsên şaredarîyê, serokên navçe û bajarên xwe yên şaredarîyê hilbijêrin. Em diçin hilbijartinê. Li vê derê hilbijartinek heye lê hinek hene ku hûn dibêjin qey em diçin herbê û bi wê şeklê diaxivin. Çend roj berê yek li Wanê -ne hewceye ku ez navê wê bibêjim- jehra xwe vereşand. Çend partî hebûn ku endamên wan ji hejmara navê partîya wan yê ku di tabelayê de dinivîsan hindiktir bûn, bi deh salan e tu kes navê wan nedibihîst û wan nas nedikir, ew bi pereşûtê hatin ser partîyekî û di wê partîyê de bûn hevserok. Ew li ser milê Kurdan hatin bilindkirin û ji Meclîsê re hatin şandin, xwe bi tiştekî hesab kirin. Ew ji dûr ve hatine, li gorî wê eqlê xwe, ew ê milletê ji hev re sor bikin, milletê ji hev re bidin şikandinê, ew ê milletê ji hev re bikin dijmin û wê bi vê şeklê ew ê sîyaseta xwe pêşve bibin. Vana proje ne, vana projeyekî ku bi telîmatî hereketê dikin in. Belê, van şexsîyetên projeyî, dixwazin ku hizûra xelkê xera bikin. Em ji roja ku derketine rê heta niha dibêjin, ‘Pêşî Însan Pêşîvanî Edalet’. Sîyaset mecbûr e ku însanê bike navenda xwe. Sîyaset ji bona ku ji însanan re xizmetê bike tê kirin, me ji navenda sîyaseta xwe re însanê girtîye û em ê bi tev bi hev re bibêjin însanîyet, em ê daîma bibêjin hizûr, em ê daîma bibêjin edalet, em ê daîma bibêjin xizmet, em ê daîma bibêjin biratî. Bila ew bixebitin. Vê milletê şîyar bûye, ew deh salan e îftîrayan dikirin û neserfiraz bûn. Ew dehsalan e ji bona ku reş bikin xebatê kirin. Millet HUDA PARê nas kir, çiqas nas dike jî wê dike nav singê xwe. Bi îzna Xwedê ew ê di nêz de jî nas bikin û ew ê wê rojê jî li vê derê karê wan nemîne. Êdî ew ê van însanên projeyî nikaribin bi pereşûtê werin ser serê xelkê. Tirsa wan û vê endîşeya wan ji ber vê yekê ye. Lê me berê jî plan û desîseyên wan xera kiribû û em ê dîsa plan û desîseyên wan xera bikin bi îzna Xwedê. Bila hemû kes zanibin ku ew ê heqîqet derkevin rojê. Derew heta cîhekî ye, îftîra heta cîhekî ye.”

“Serokê giştî yê partîyekî diçe li ku derê ji HUDA PARê re îftîrayan davêje”

Zekerîya Yapicioglu ji gotinên xwe re ji bersivdayîna ji îftîrayên CHPê re berdewam kir û weha got, “Lê binêrin serokê demborî ya partîyekî dinê jî diçe li ku derê ji HUDA PARê re îftîrayan davêje. Li ser pîyan 40 heb derewan dike. Dûre Xwedê wî wisa rezîl kir ku, namzedeka seroka bajarekî yê partîya wan, di mîtîngê de axavtinek kir. Wê namzeda wan got ku dema ku ez qezenc bikim ew ê xeyn ji felan partîyê wê derîyê xwe ji hemû kesan re vebikim. Dûra serokê giştî yê demborî çû bajara cîran û got, ‘Namzeda seroka şaredarîya me telefonê min kir û got ku, serokê giştî min xwe şaş kirîye, ji devê min bêhemdî gotinek derketîye tu vêya rast bike. Wê derê me ji hemû kesan re vekirî be.’ Di navberê de wextekî dirêj derbas nebû ku namzeda wan ji serokê xwe yê giştî re bersivê da û got, ‘Na’, ‘Ez li pişt gotina xwe me.’ Berîya axavtina serokê xwe gotibû ku ew ê partîyîyên DEMê nekevin avahîya şaredarîya wan dûre piştî axavtina serokê xwe ji wê gotina xwe re HUDA PARê jî îlawe kir. Got ku xeyn ji van herdu partîyan ew ê derîyê me ji hemû kesan re vekirî be. Belê, heqîqet derdikevin rojê. Carna ew ji xwe re îtîrafkar dibin, derewên xwe îtîraf dikin. Niha hevseroka dinê jî li Êlihê diaxive. Qala me dike ku bi hesaba em di doza Kobanê de bûne îtîrafkar. Hele hûn li derewên wan binhêrin. Hindik ma bisekine, ew ê Xwedê te rezîl bike. Di axavtina xwe de navê wan kesên ku berê serokatîya partîya wê kirine jî dijmêre. Dibêje ku sedema wan hevalên wan yên ku girtîne, HUDA PAR e. Zarok jî bawerîyê bi van derewan nake encax însanên ku eqlê wan kêm in bawer bikin. Em ji li vê derê ji wan re dibêjin ji derewên we re encax însanên ku eqlê wan kêm in bawer dikin. Ji kêmeqlan jî ji we re xêr nayê. Ew ê van derewên we li rûyê we kevin, wê derkevin hemberê we. Ew ê millet ji we re demgeya derewçîtîyê lêxe û hûnê di nav poşmantîyê de li cîhê xwe rûnên. Tabî wê demê jî ger ku rûyê we bimîne.”

“Pirsgirêkên Wanê têne zanîn”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de fêhma xwe yên îdareya şaredarîyê jî diyar kir û weha domand, “Erê, xûşk û birayên min, em derketin rê, me got pêşî însan pêşîvanî edalet. Em talibê hilbijartinên mehellî bûn, me bi çar kelîmeyan fêhma xwe îzah kir. Me got ku em ê ji însanên xwe re van çar kelîmeyan bidin ber çavên xwe û ji wan re xizmetê bikin. Yek edalet e… Bi îzna Xwedê ew ê serokên me yên şaredarîyê bi şekleke adil xizmetê bikin. Me got emanet… Emê ji malên xelkê re bi çavê emanetê lê binhêrin. Yên dinê jî ehlîyet û lîyaqat e… Hemd ji Xwedê re qadroyên me pirsgirêkên Wanê zanin. Çareserîyan van pirsgirêkan jî diyar e. Lê pêşî ji bona çareserîya vêya divê mirov xwedî derd be. Hemd ji Xwedê re ew derd û îrade bime re heye. Çareserîya van pirsgirêkan jî mimkin e.”

“Ew ê di şaredartîya ku em ê îdare bikin de wê tu kes birçî nemîne”

Yapicioglu diyar kir ku ew ê di şaredartîya HUDA PARê de birçîtî tinebe, “Di belavkirina qezencê de bêedaletîyekî ciddî heye. Raste di pêşîya me de hilbijartina giştî tineye, hilbijartina mehellî heye, bi îzna Xwedê em dibêjin ku ew ê di şaredertîya civakî ya HUDA PARê de ev tişt dakeve pileya herî kêm. Em dibêjin ku ew ê tu kes li derve nemîne. Em ê ji malbatên xwe yên ku debara wan hindik in re heqê avê nestînin. Me di bin navê projeya şaredartîya civakê de ji ciwanên xwe re mizgînan da. Sazîya malbatê hildiweşe, em dibêjin ku werin em malbatê bilind bikin. Raste hinek hene ku malbatê piştî dewletê gelek paşvetî dibînin. Dibe ku li cem wan malbat wek zindan, girtîgeh an jî talûketî bibînin. Lê me ewakî bawer kirîye ger ku sazîya malbatê hilweşe ew ê millet li pîya nemînin. Em ê bi fonên ku saz bikin ji ciwanên xwe re alîkarîyê bikin û ji wan re cihêzê bidin.”

“Ew ê xûşk û birayên min ên Wanê ji derewçîyan re rayan nede”

Yapicioglu ji îddîayên ku ew ê HUDA PARê namzedên xwe vekişîne re bersivê da û got, “Belê, 10 roj maye, hinek hene li derdorê dibêjin ew ê HUDA PAR ji hiblijartinê vekişe. Ez cardin ji li vê derê dibêjim kî vêya dibêje derewa dike, ger ku li ser agahîyekî xelet vê tiştê dibêje bila vê tiştê êdî nebêje, çîmkî tiştekî ewakî tineye. Ger ku ji vê seatê şûnda gotina xwe bidomîne jî ew derewçî ye. Bi îzna Xwedê xûşk û birayên min ên Wanî ew ê di 31ê Adarê de ji derewçî û bêqanûnîyan re rayan nedin. Bîrva nekin, keska HUDA PARê mîqroban di nav xwe de nahewîne.”

“Werin em tev bi hev re vê carê bibêjin HUDA PAR”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de ji xelkê Wanê rayan xwest:

“Ez ji niha ve daxwaz dikim ku bila hilbijartina 31ê Adarê ji Wanê re, ji memleketê me re xêrê bîne. Ez ji hemû xûşk û birayên xwe re dibêjim we hemû fêhmên sîyasî bijartîye. Ez ji wan kesên ku heta îro raya xwe ji HUDA PARê re nedane re dibêjim werin em vê carê ‘Bibêjin HUDA PAR’. Cardin jî HUDA PARê bibijêrin. Lê ez hişyarî didim we, HUDA PAR bendewarîtîyê dike. Ger ku hûn carekî hîn bibin… belê ger ku hûn hînê xizmet, germahî û tewazîya HUDA PARê bibin hûnê dev jê bernedin.”

Bername bi duayê dawî bû. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.