Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu: Tevlîbûna ji Tîfaqa Cumhurê re ew ê di nav çend heftî de bê eşkerekirin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu: Tevlîbûna ji Tîfaqa Cumhurê re ew ê di nav çend heftî de bê eşkerekirin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu weha daxuyand, “Dibe ku di nav çend heftî de tevlîbûna me ya ji Tîfaqa Cumhurê re bê diyarkirin.”

Yapicioglu, di bernameyeke taybet yê ku beşdarî bû de daxuyanîyên muhîm da.

Yapiciogluyê ku destnîşan kir ku di hevdîtina bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de ya herî dawîn meseleya tîfaqê jî hat gotûbejkirin, got ku hêna qerarek nedane û dibe ku hevdîtin ew ê dîsa bidomin.

Yapicioglu, ji pirsa ku, “Pêşnîyara tevlîbûna ‘Tîfaca Cumhurê’ ji teref Serokkomar Erdogan ve hat an jî ji we?” re weha bersiv da, “Serokkomar Erdogan, ji me re pêşnîyareke tevlîbûna ji Tîfaq Cumhurê re da. Berê jî ji teref qenalên cûda ve ev pêşnîyar ji me re hatibû dayîn.”

Meseleya tîfaqê

Ji pirsa ku ew ê meseleya tîfaqê kengê bê encamkirin re Yapicioglu weha got, “Di nav çend heftî de dibe ku tevlîbûna me ya ji tîfaqa Cumhurê re bê encamkirin.”

Yapicioglu got ku ew di hilbijartina 2023yan de ew ê namzed dernexin û derheqê ku ew ê piştgirîyê ji kê re bidin de jî hêj qerarek nedane.

De’wa girtina HDPê

Ji pirsa ku derheqê girtina HDPê de jî îfade kir ku ew bi prensibî li hemberî girtina partîyan e. yapicioglu weha got, “HDPyîyan, ji bona ku partîya wan bê girtin xebateke mezin didin. Çi hewce bike wê tiştê dikin. Çîmkî girtina partîyan mexdurîyetê çêdike.”

Yapicioglu diyar kir ku ew pêşvebirina minasebetên bi rejîma îşxalker re rast nabînin; ragihand ku gerek hemû minasebetên bi îşxalkeran re bê qutkirin û îfade kir ku ew hevdîtina bi Misir û Sûrîyeyê re alîkarîyê didin.

Yapicioglu bal kişand ku ew ji bona ku Peyama Stenbolê bê rakirin gelek micadeleyek dane, bi encam jî Tirkîye ji ev peyamê vekişîya, encax qanûna Bi Jimara 6284ê û wek wî, meddeyên wan malbatê îfsad dike, hewceye ku ev bên rastkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.