Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglueydê xelkê pîroz kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglueydê xelkê pîroz kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglupiştî nimêja eydê, eyda xelkê pîroz kir.

Zekeriya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê li memleketê xwe Êlihê nimêja eydê li Mizgefta Seyîd Husnu Genç eda kir û dû re eyda xelkê pîroz kir.

Yapicioglu piştî nimêj eydê û pîrozbahiyê di derketina ji camiyê de ji rojnamegeran re daxuyanî da û eyda temamê alema Îslamê tebrîk kir.

Yapicioglu di berdewama daxuyaniya xwe de qala êrîşên ku di van pêlên dawî beriya eydê tên kirin kir û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Mixabin eyd û erefat jî di nav de ev demek dirêj e ku li cûrbecûr cihên dinyayê teqîn û bombebarankirin berdewam dikin. Hê xwîna Mislimanan dirjî. Dil dixwast ku di eydan de tenê ew xwîna wan qurbanên ku ji bo Xwedê tên serjêkirin hatiba rijîn. Dîsa dil dixwast ku xwîna ku diherike ne ya însên bana. Lê mixabin ev tev tenê di temenniyan de dimînin. Însan rêyên xwe şaş kirine. Ne bellî ye ew însanê ku ji bin fermanê Xwedê derketine, ew însanên ku ji însanetiyê dûr ketine heta ku derê biçe. Bi ya min ew tiştê ku jê re esfel-î safîlîn tê gotin ev e. Lewra di vê van rojên eydê de ji wan evdên ku weke wan evdên Xwedê ne re reva dîtin ne karê însanetiyê ye. Ger beşeriyet ji beşeriyetê ber bi însanetiyê ve bilind nebe dê demeke dirêj di nava vê deryaya xwînê de bifirfite.Lê em hêvî û temennî dikin ku ev eyd bibe wesîleya hişyar bûnê, dawî lê hatina zilmê, rizgarbûna mezlûman û rabûna ser piyan a ummetê û bibe wesîleya wehdetê.”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ruhê ummetê di xew de ye û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Mislimanên Arakanî li rasta zilmên artêşa Myanmarê  û eteyên budîst tên ku ev yek nîşan dide ummeta Îslamê ji bûyîna ummetê derketiye.”

Yapicioglu dû re çû li ser qebra diya xwe û li wê derê Fatîha xwend.

ÎLKHA




























 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.