Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Zekerîya Yapicipoglu di çarçoveya gerên welat de çû Wan'ê

Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Zekerîya Yapicipoglu di çarçoveya gerên welat de çû Wan'ê

Serokê Giştî yê HUDA PAR'ê Zekerîya Yapicipoglu ji bo beşdarbûyîna hinek bernameyan, li hev civîna teşkîlatên partîya xwe û ji bo kirina hinek zîyaretan çû Wan'ê.

Yapicioglu di vê çarçoveyê de li Wan'ê bi lijneya bajêr û navçeyên partîya xwe re civîya, li wê derê hinek zîyaret û civînan kir, di dema nîvroyê de jî beşdarî bernameyeke ku 4 radyo bihevpar weşanê dikirin bû û li wir ji pirsên ku derheqê rojeva dinya û welatê de hatin pirsîn re bersivan da.

Yapicioglu'yê ku beşdarî bernameya Serhad FM, Radyo M, Wan FM û Îlaç Radyoyê ên ku weşana hevpar dikirin bû û ji îqtîsadê heta tifaqên sîyasî re behsa pir mijaran kir.


Yapicioglu di daxuyaniya xwe de armanca damezrandina HUDA PAR'ê û sîyaseta ku dike kir, got ku HUDA PAR partîyeke ku di uslûba sîyasî de razîbûna Xweda pejirandiye û ji bona ku razîbûna Xweda bistînin jî xizmet kirina gel ji xwe re kirine kar.

Yapicioglu qal kir ku di vê demên dawî de di şaredariyan de pir israf tên kirin, Yapicioglu di dewama daxuyaniya xwe de got ku konserên ku îfsad û israfê çêdike ku ew konseran jî bi destê rayedarên ku bi reyên kes ên welateke ku gelê wê misilman e, hestyarîya wan yên dînî heye û ji xerabûyîna exlaqê gilîdar in bûne iqtidar êşê dide dilê me.

Yapicioglu diyarkir ku cotkar gerek weke xezîneyê bê dîtin, bal kişand ku fikara zirar kirinê di cotkar de çêbibe wê dev ji cotkirinê berde û ev jî ew ê bibe sedema bihabûyîna madeyên xida yê.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de behsa KPSS'ya ku betal bu jî kir û got ku, gerek di vê pêvajoyê de di çarçoveya 'edalet û zelalî de bê sekinandin û mexdûriyetan jî ji holê bên rakirin.

Yapicioglu'yê ku di heqê KYK'yîyan de jî peyivî û got ku, eger sûcdar kirina kesekî netekûz be gerek ji ew kesî re miameleya sûcdarîyê neyê kirin.

Yapicioglu, li ser mexdûriyeta EYT'yîyan jî bal kişand û diyarkir ku ji bona ku mexdûriyetên van kesan bên xelaskirin gerek rayedaran gavan bavêjin.

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de behsa tifaqên sîyasî jî kir, Yapicioglu diqetê kişand ku di sîstema heyî de partîyan ji bo ku namzetê xwe bike serokkomar gerek bi partiyên sîyasî yên dinê re tifaqan bike.

Yapicioglu diyarkir ku partîyan, ji ber bendava hilbijartinê jî îhtîyac dibînin ku di bin serbana tifaqan yên sîyasî de bin, û got ku em wek HUDA PAR nakevin nava tu tifaqên sîyasî yên ku me înkar bike.

Yapicioglu di dawîya gotina xwe de got ku, bajara Wan'ê wek gundekî mezîn xuya dike, Yapicioglu diyarkir ku çareserkirina pirsgirêkên Wan'ê yên ku hene, wê bi hatina qedroyên xebatê ku qîmetê didin Wan'ê, ji pirsgirêkan re di bin bingeha 'edaletê de dinerin û çareser dikin re wê çêbibe. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler