Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMA: Zikat di navbera dewlemend û feqîran de pirek e

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMA: Zikat di navbera dewlemend û feqîran de pirek e

Mela Enwer Kiliçarslanê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMA derheqê dayîna zikat û sedeqeyê de nirxandinan kir û balan kişand li ser ehemîyyeta zikat û sedeqeyê.

“Zikat di navbera dewlemend û feqîran de pir e”

Kiliçarslan di daxuyanîya ku da destnîşan kir, Xweda ji bo di Qurana Kerîm de ehemîyeta zikatê bi me bide famkirin zikat û nimêjê pêkve zikir dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dayîna zikatê li ser temamê kesên Misliman ferz e. Xweda di Qurana Kerîm de di 32 caran derheqê zikatê de fermanê dide me. Û vê yekê jî bi nimêjê re zikir dike. Nimêj çi qas bi qedr û qiymet be zikat jî ew qas bi qedr û qiymet e.Divê neyê jibîrkirin zikat di navbera dewlemend û feqîran de pir e.”

Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser dayîna ehemîyeta seqedeyê jî û destnîşan kir, dayîna sedeqeyê bereketê dixe nav mal û însan û ehlê wî ji qeza û belayan muhafeze dike. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler