Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Enwer Kiliçarslan: Pirsgirêk zêde dibe, hemû kes çi ji destê wan tê bira bike

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Enwer Kiliçarslan: Pirsgirêk zêde dibe, hemû kes çi ji destê wan tê bira bike

Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Enwer Kiliçarslan, çû Semsûra ku ji erdhejê tesîrdar bû û îfade kir ku hemû kes ji bona erdhejzedeyan çi destê wan tê bira bike.

Kiliçarslan li herêma erdhejê sazîyên alîkarîyê zîyaret kir û li wê derê derheqê xebatan de agahîyan girt.

Kiliçarslan weha axivî, “Em hatin Semsûrê. Me texmîn nedikir ku em ewqas xerabûneke mezin bibînin. Me wan avahîyên xerabûyî bi çavên xwe dît. Avahîyên ku li pîya mane jî piranîyê wan teqîyane. Ji bona ku îmtîhaneke ji Xwedê hatîye em ji Xwedê re hemd dikin. Di nav însanan de hêna jî însanîyetî heye, biratî heye. Li gelek cîhan Misilman hatine, bi şev û roj dixebitin. Bi taybetî jî Karwana Hêvîyê û komeleyên me yên Îslamî li her derê xizmetê van însanan dikin. Şîva germ belav dikin, xwarinê belav dikin, tîpê didin wan.

Divê ku Misilmanan li her derî fedekarîyê bikin. Ji vê milletê re alîkarîyê bikin, ev milletê di ev rewşa xerab de bi lez û bez xelas bikin. Çîyayên Semsûrê bi berf e, pir sar e. Roj bi roj pirsgirêk zêde dibin. Em hemûyan ji hev re duayê bikin. Xwedê wan ji ev pirsgirêkê bi zûtirîn dem de xelas bike.

Malum e ev bela û musîbetan ji ber gunehên însanan e. Pêxemberê me selat û selam li ser wî be weha dibêje ‘Li welatekî û cîhekî dema ku zîna zêde bibe û bi eşkere bê kirin, faîz bê xwarin, zekat neyê dayîn, Xwedê ew ê belayên çeşîd bi çeşîd bişîne.’ Elbet di nav wan de ev ê baş jî diçin. Pêxemberê me dibêje, ‘Însanên baş Xwedê Teala di roja qîyametê de ew ê xelatê bide wan.’ Ew kesê ku di erdhejê de rehmet kiribe, ew jî şehîd e. Di navbera Pêxember û şehîdan de pileyekî heye. Ji wan re mikafeteke mezin heye. Xwedayê min bira wan kesên ku rehmet kirine efû bike, ji Xwedê daxwaz dikim ku bira ji wan birîndaran re jî şîfa xêrê bişîne, Xwedayê min ji eqrebeyên wan re jî sebrê bide. Însanan nikarin li ber ew tiştê ku ji teref Xwedê hatîye bisekinin. Pêşîya qedera Xwedê nayê girtin.

Xwedê ewakî teqdîr kirîye. Em ji Xwedê re ji bona ku bela û musîbetên ewakî neşîne serê me duayan bikin. Pêxemberê me daîma li hember erdhejên ewakî duayan dikir. Divê ku em bi manewî ji erdhejê re amade bibin. Dema ku avahîyek bê çêkirin, gerek ji beton, çîmento û demirê wê re dîqqet bê kirin. Ev tişt bi meddî ye ev ê menewî jî divê ku dua bê kirin. Xwedê dibeje ku ‘Ji min re duayê bikin, ez jî duayê we qebûl bikim’ em jî dua dikin ku bira Xwedê ev bela û musîbetan li ser serê me û ser serê însanan rabike, cardin jî neyne ser serê me. Xwedê Teala ji birayên me yên ku li vê derê dixebitin re jî selametê bide.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.