Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl, li Bangladeşê êtîman zîyaret kir

Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl, li Bangladeşê êtîman zîyaret kir

Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl, li Bangladeşê êtîmxaneyan zîyaret kir û şert û mercên ku êtîm di nav de ne lêkolîn kir, derheqê projeyên berdewam de jî nirxandinan kir.

Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl bi tevî dildarê Weqfa Êtîman Huseyîn Îmîr li Bangladeşê xebatên ku li Bangladeşê têne kirin zîyaret kirin.

Di zîyareta ku hat kirin de Karavîl, şert û mercên ku zarok tê de dimînin nihêrt û derheqê projeyên ku berdewam dikin de jî agahîyan girt.

Karavîl bi mamosteyan re jî hat cem hev û pêşnîyar û daxwazên wan gohdar kir.

Di demên ku di nav dil û canî û germahîyê de hatin kirin de, hat dîtin ku Weqfa Êtîman di sehayê de ye û xwebatên xwe didomîne. Ji Karavîl re hat gotin ku di êtîmxaneyê de 50 zarokên êtîm hene, tev de 160 xwendekar perwerdehîyê dibînin û 90 ji wan jî biroj têne û dersan digrin. Di berdewama bernameya zîyaretê de Kompleksa Îlm û Îrfanê ya Hecî Bîrcan Turan ku hêna jî înşaeta wî berdewam dike jî hat zîyaretkirin.

Derheqê kompleksê de jî agahî hat dayîn ku ew ê kompleks ji 12 sinifan pêk were û nêzê 400 xwendekar dikaribin dersê bigrin. Hat îfadekirin ku ew ê heta sinifa 7an wê ders were dayîn û bi tevî dersa fennî wê dersa Qiranê, Hedîs û îlmîhalê jî were dayîn.

Di gera medreseyê de kêmasî hatin tespîtkirin û ji bona ku wan kêmasîyan werin temamkirin gavên hewce hatin avêtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.