Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Karavîl li Meletîyê xebatan lêkolîn kir

Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Karavîl li Meletîyê xebatan lêkolîn kir

Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîlê ku piştî erdheja Mereşê li Meletîyê aşxane vekirin, derheqê lazimatî û xebatan de agahî girt.

Karwana Hêvîyê, Weqfa Êtîman, Avrupa Yetîm Elî û ÎHO EBRARê ku ji rojên ‘ewil yê erdhejê di sehayê de ne, li Meletîyê rojane ji bo 20 hezar erdhejzedeyan rojê 3 dan şîva germ çêdikin.

Karavîlê ku di roja 18emîn de aşxaneya ku vekirine zîyaret kir, derheqê amûrên ku lazim in de agahîyan girt.

Temsîlkarê Meletîyê yê Karwana Hêvîyê Alî Saglik diyar kur ku lazimatîya wan yê zêde ji zexîreyê rê heye û li 5 cîhên cuda yê bajêr aşxane vekirine û li wê derê şîva germ belav dikin.

Saglik di axavtina xwe de weha got, “Em di organîzasyona Karwana Hêvîyê de û bi navbeynkarîya Avrupa Yetîm Elî, ÎHO EBRAR û Weqfa Êtîman ji roja ‘ewil di sehayê de ne. Pêşî em li vê derê ji bo welatîyên xwe yên ku di bin kavilan de ne xelas bikin xebatê kir. Di roja duyemîn a erdhejê de jî li cîhên cuda yê bajêr me aşxaneyan vekir. Me di van aşxaneyên xwe de ji welatîyên xwe re şîva germ belav kir. Em belavkirina şîva xwe didomînin. Em di 5 aşxaneyên xwe de bi tevahî ji 20 hezar kesan re şîva germ belav dikin. Em heta niha li Meletîyê ji 300 hezar kesan re şîva germ belav kirîye. Xebatên me hêna jî didome.”

Saglik, di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku ew xeyn ji ev aşxaneyê heta niha ji 10 hezar erdhejzedeyan re jî zexîre, sobe, betanî, amûrên paqijîyê, potê zarokan û amûrên dinê jî belav kirine.

Saglik, di dawîya axavtina xwe de weha got, “Ji ev aşxaneyên me re zexîre lazim e. Heta ku welatîyên me bikevin malên xwe ew ê ev xizmeta me bidome. Me xeyn ji şîva germ ji welatîyên xwe yên ku di derve de ne re jî zexîre, şîva hazir, nan û avê jî belav kir. Me heta niha ji 10 hezar welatîyên xwe re di serê ‘ewil de xwarina ku dikare bixwe, ji cîhên ku tê de dimînin re betanî, sobe û êzing belav kir. Di destê me de kon hebû, me wan konan jî belav kir. Em rojê ji 300 malbatan re jî zexîreyê belav dikin. Însanên me piranîya wan derbasî konan bûn. Niha lazimatîya me ya lezgîn ji zexîreyê re heye. Ji sobe, amûrên paqijî û potikên zarokan re lazimatîya me ya lezgîn heye. Van lazimatîyan jî roj bi roj zêde dibe.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.