Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Amerîka civiya

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Amerîka civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Matthew Tuellerê Balyozê Amerîka hevdîtin kirin.

Dı hevdîtina ku hat kirin de her du teref dûpat kir ku piştî destbikarbûna îdareya nû ya li Washingtonê, Amerîka bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û li hevkarî û hemahengiya li gel hevpeymanên li navçeyê û cîhanê berdewam dibe.

Di civînê de behsa derfetên veberhênanên Amerîkî li Iraq û Herêma Kurdistanê kirin û tekez li ser girîngiya rexsandina bingeheke baş û keşêkê handerane ya veberhênan û sermayeguzariya biyanî li welat kirin, bi taybetî li rûyê yasayî, dadwerî û bankdarî ve heta ku bikarin li hemû waran da sûdeke zêdetir li sermayeguzarî û veberhênana Amerîkî û biyanî bi giştî bibînin.

Rewşa siyasî û emnî ya Iraqê, guftûgoya çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda û kirdarên Da’îş û girîngiya hevkarî û hemahengiya artêşa Iraqê û Pêşmerge, berdewamiya piştevaniya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa pêkhatan û koçber û penaberan, pêwîstiya tebayî û yekrêziya aliyên Kurdistanî, girîngiya parastina azadiya rojnamegerî û raderbirînê li Herêma Kurdistanê û çendîn babetên ji bo her du aliyan girîng û hevbeşbûn beşeke dinê civînê bûn.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler