Serokê Huda Parê Li Agirî
Serokê partiya doza Azad Huda Parê parêzer Zekeriya Yapicioğlu...
Serokê partiya doza Azad Huda Parê parêzer Zekeriya Yapicioğlu, alîkarên serokpartî M. Bahattîn Temel û Îsa Aydin, ji bo şêwrê li bajarê Agirî bûn. Serekên partiyê li ser rewşa Agirî û rojeva Tirkiyê xeber dan.
Hevdîtina serekên partiyê û mensûb û dildayên partiyê, li bînayê partiyê pêk hat. Zekeriya Yapicioğlu da zanîn ku Agirî hemî xweşkahî heq kirine. Serokê Huda Parê îfade kir ku di heqê hilbijartinan de jî ew ê bi teşkîlatên bajar û navçeyan re fikrên xwe pêş bikin û pêşniyazên wan bigrin. Parêzer Yapicioğlu li ser xistina helîkoptera Sûriyê û hadîseyên dawî diyar kir ku divê Tirkiye bi îtîdal tevbigere.
Serekê partiya Doza Azad da zanîn ku divê di mekteban de sonda irqçitî bê rakirin.
Alîkarên serekê partiyê M. Bahattîn Temel jî di xeberdana xwe de îfade kir ku ew ê berî û pey hilbijartinan li gorî razîbûna Xweda ji bo xizmeta xelkê bixebitin. Siyaseta wan siyaseteke ku referansa wê îslam e, her wiha mexdûriyet jî encax bi Îslamê diqedin. (Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.