Serokê Meclîsa Filistînê Bahr: Divê em pêkve li dijî dijbertîya Îslamê birawestin

Serokê Meclîsa Filistînê Bahr: Divê em pêkve li dijî dijbertîya Îslamê birawestin

Ahmed Bahrê Serokê Meclîsa Filistînê destnîşan kir, divê Misliman li dijî êrîşên ku tên kirin bibin yek.

Sempozyuma bi navê “Sempozyuma Navneteweyî ya Dijberîya Îslamê” ya ku ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve tê tertîpkirin bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir.

Ji Tirkîyê, Kurdistana Bakur û gelek welatên Îslamî  gelek siyasetmedar û akademîsyen beşdarî sempozyumê bûn. Sempozyum li ser hisabên medyaya civakî yên Rehber TV, Ajansa Nûçeyan a Îlkê û Weqfa Evîndarên Pêxember zindî tê weşandin.

Ahmed Bahrê Serokê Meclîsa Filistînê jî beşdarî sempozyumê bû û derbarê mijarê de axavtinek kir.

Bahr di axavtina xwe ya ku kir de balan kişand li ser ehemîyeta yekîtî û wehdeta di nav Mislimanan de û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê em pêkve li dijî dijmintîya Îslamê birawestin. Emperyalist her tim hewl didin ku di nav me de tefrîqa derkeve û em ji hev dûr bikevin. Her wisa hewl didin doza Filistînê dabeş bikin.Komployeke kîndar û genî di holê de heye. Ew gotin û çalakîyên ku ji teref Macron ve tên kirin zilma herî mezin a ku li hember Îslamê tên kirin e.Divê em tevde li hember van êrîşan birawestin.”

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.