Serokkmar Erdogan: Êdî tîr ji kevanê filitiye
RİHA - Serokkomar Erdogan di bernameya ku li Rihayê hat lidarxistin de axivî. Erdogan di derbarê geşedanên rojevê de daxuyaniyên girîng da.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di bernameya ku li Rihayê hat lidarxistin de axivî. Erdogan di axavtina xwe de wiha destnîşan kir: “Ji bo me tîr êdî ji kevanê derketiye.”
Serokkomar Erdogan di derbarê aramiya gel a di nav welat, Hareketa Mertala Firatê û geşedanên li Iraqê de axivî. Dûvre Serokkomar Erdogan wiha li axavtina xwe zêde kir:
“Dema em midaxale dikin dibêjin hikûmraniya Iraqê û xwestin da ku me ji qadê derêxin. Bes ji ber ku xwestin Tirkiyê têxin rewşekî dijwar û zehmet dest bi operasyona Misûlê kirin. Operasyona Rakkaya taloq kirin. Hûn çima taloq dikin! DAÎŞ li wir e. We digot ‘DAÎŞ ji bo me unsurekî tekoşînê ye. Hûn çima micadele nakin? Halbûkê plan ew bû ku hemî operasyonan bi hev re dest pê bikin. Lê mêze kirin ku Tirkiye ser dikeve planan guhertin. Ji bo me tîr êdî ji kevanê derketiye. Heta em El-Bab û Munbîçê û herêmên din ji rêxistinan paqij nekin dê em nesekinin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.