Serokkomar Erdogan bi Putîn re hevdîtin kir

Serokkomar Erdogan bi Putîn re hevdîtin kir

Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku bi Serokê Dewleta Federasyona Ûris Vladîmîr Putîn re hat cemhev di derbarê Sûrî û peymanên di nabeyna herdû welaten de axivî.

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Federasyona Ûris Vladîmîr Putîn piştî hevdîtina ku bihev re kirin daxuyaniya çapemeniyê lidar xistin.

Di daxuyaniyê de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan wiha destnîşan kir: “Em hêvîdar in ku Ûris sînordarkirina aboriyê ya di nabeyna me herdû welatan de bi temamî rake. Bes em bi vê şiklê dikarin bigihêjin hecma ticaretê ya ku me wek 100 milyar dolarî diyar kiribû. Lewra wek 2 welat me hedefa 38 milyar dolarî pêk anîbû.”

Serokkomar Erdogan di daxuyani yê de qala Sûrî jî kir. Erdogan destnîşan kir divê ku temamiya axên Sûrî û yekitiya neteweyî were parastin û tu kesî vê yekê neavêje xeterê. (ÎLKHA)






 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.