Serokkomar Erdogan: Em di çêkirina Projeya Sîlvan'ê de bi qerar in

Serokkomar Erdogan: Em di çêkirina Projeya Sîlvan'ê de bi qerar in

Serokkomar Erdogan got ku, bi xelaskirina Projeya Sîlvan'ê ku bi lez bê avakirina bendav û tesîsên avdanê yên mayî wê 2 mîlyon û 350 hezar dekar 'erd wê bide avdankirinê û 305 hezar istihdamê çêbike.

Serokkomar Erdogan beşdarî merasîma ku ji ber vekirina 34 avahiyên santrala hîdroelektrîkê ku ji teref Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) ve hatibû xelaskirin a li Navenda Çandî û Kongreyê ya Gel a Beştepe'yê bû.

"Me projeya herî mezin a pêşketina welatê me GAP'ê bi çavkanîyên girîng ên ku me da bi lezand"

Serokkomar Erdogan diyarkir ku ew bi derxistina hejmarên xebatên islehkirina cobaran ji 5 hezaran 10 hezar û 267'an him cihê rûniştinan him jî 'erdan parastine, Erdogan gotinên xwe werê domand, "Me mezinahiya 'erdên xwe yên ku ji bo avdanê hatine vekirin derxist 6,85 mîlyon hektaran. Bi çavkanîyên girîng ên ku me da GAP'ê ya ku projeya herî mezin a pêşketina welatê me ye, projeyê lezand."

Serokkomar Erdogan got ku ew ê Projeya Sîlvan'ê ku ji 8 bendav û 23 tesîsên avdanê pêk tê û gavên herî mezin ên GAP'ê ye bi lez bê xelaskirin. Erdogan gotînen xwe wusa domand, "Bendava Sîlvan'ê ku piştî Bendava Ataturk'ê mezintirîn bendava duyem a Tirkiye'yê ye û avaniya sereke ya projeya GAP'ê ye dest bi girtina av û çêkirina enerjîyê dike. Avên ku di nava bendavê de ye wê ji şebekeyan re bê veguhastin û di tupa 'ewil ya Tunela Babakaya'yê de, êdî di dawîya vê salê de ronahî bê dîtin."

Serokkomar Erdogan destnîşan kir ew bi qerar in ku Projeya Sîlvan'ê ya ku di çarçoveya projeya GAPê de ye bi lez û bez bendavên dinê û tesîsên avdanê çêbikin, 2 milyon û 350 hezar dekar 'erd wê bê avdan û 305 hezar îstîhdamê çêbikin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.