Serokkomar Erdogan: Ev raydaneke ji rêzê ve nîne
Serokkomar Erdoganê ku li Stenbolê di Dibistana Saffet Çebiya navçeya Uskudarê de ji bo guhertina makeqanê ray da diyar kir ku ev raydaneke ji rêzê ve nîne.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdoganê ku di Dibistana Saffet Çebiya navçeya Uskudara Stenbolê de ji bo guhertina makeqanê ray da diyar kir ku ev raydaneke ji rêzê ve nîne.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, diyar kir ku di dîroka komarê de ji bo sîstema parlemneter pirr ray hatiye dayîn. Dûvre Serokkomar Erdogan wiha diyar kir: “Lê raydana gel êdî tercîha guhertina pergala rêvebiriyê ye. Ez bawer im ku dê di vê guhertinê de pêşveçûneke bi lez çêbibe. Înşaellah dê gel beriya vê biryarê veke. Ev raydaneke ji rêzê ve nîne.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.