Serokkomar Erdogan qerarên Şûraya Bilind a Leşkerî tesdîq kir
Qerarên Şûraya Bilind a Leşkerî ji teref Serokkomar Erdogan ve hatin tesdîqkirin.
Hat ragihandin Qerarên Şûraya Bilind a Leşkerî ji teref Serokkomar Erdogan ve hatin tesdîqkirin. Guhertinên ku hatin kirin ji teref Berdevk û Arîkara Sekreterê Giştî yê Serokkomartiyê Îbrahîm Kalin ve hatin daxuyandin.
Li gor qerarên ku hatine dayîn ji bo Fermandariya Hêzên Bejayiyê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Yaşar Guler, ji bo Fermandariya Hêzên Deryayî Serokê Sazkar yê Hêzên Deryayî Koramîral Asnan Ozbal, ji bo Fermandariya Hêzên Asîmanî Fermandarê Hêza Cenga Asîmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz hat tayînkirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.