Serokomar Erdogan bi telefonê digel Trump axivî
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê digel Serokê DYEyê Trump re axivî.
Di daxuyaniya ku ji teref Serokkomartiyê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYEyê Trump re hevdîtinek hat kirin.
Li gor daxuyaniyê di hevdîtina ku bi telefonê hat kirin de Serokomar Erdogan ji Trump re di wezîfaya wî ya nû de serkeftin xwestiye. Her wiha di hevdîtina ku hat kirin de qala îttîfaqa di navbera Tirkiye û DYEyê hat kirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ‘her du serok jî di warê mucadeleya her cûre terorîzmê de biqerarbûna Tirkiye û Emrîkayê teyît kirine. Her wiha Trump ji ber mucadeleya Tirkiyê ya bi DEAŞê re ji Tirkiyê re teşekur kir.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.