Serokomar Erdogan, ji HUDA PARê re daxwaziya sersaxî û derbasîyê kir

Serokomar Erdogan, ji HUDA PARê re daxwaziya sersaxî û derbasîyê kir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo êrîşa ku li Edeneyê hat kirin û Sekreterê Bajarê yê HUDA PARê Sacit Pişgin şehîd bû û Serokê Bajarê Salih Demîr jî birîndar bû, sersaxî xwest û daxwazîya derbasîyê kir.

Di derbarê mijarê de li ser hesabê medyaya civakî ya HUDA PARê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşa ku hat kirin de Sekreterê me yê Edeneyê Sacît Pişgîn şehîd bû û Serokê Bajarê me Salih Demîr jî birîndar bû, bi Birêz Serokê me yê Giştî Zekeriya Yapicioglu re li ser telefonê sersaxî û daxwazîya derbasîyê kir."

Bûyer li Serokatiya Bajêra Edeneyê ya HUDA PARê di derdora seat 17.40an de pêk hatibû.

Kesekî ket hundirê avahiya partiyê, dema ku nimêj dikirin êrîşî Serokê Bajarê Salîh Demîr û Sekreterê Bajarê Sacît Pişgîn kir.

Sacît Pişgîn ê ku di êrîşê de bi giranî birîndar bûbû, li nexweşxaneya ku hat rakirin şehîd bû. Hat diyarkirin ku tedawiya Demîr a li nexweşxaneyê berdewam dike.

Kesê bi navê A.S ê di sala 1951an de li Edeneyê hatîye dinyayê, der barê êrîşê de heta niha ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.