Serokwezîr Yildirim: Birêveberiya Heremî ya Kurdistanê birêveberiyeke xweser e

Serokwezîr Yildirim: Birêveberiya Heremî ya Kurdistanê birêveberiyeke xweser e

Serokwezîr Bînalî Yildirim di derheqê hildana ala Kurdistana Iraqê de destnîşan kir ‘Li gor makeqanûna Iraqêbirêveberiya Heremî ya Kurdistanê birêveberiyeke xweser e. Parlemento, serokwezîr û wezîrên wê cuda ne û ala wê jî heye. Dinya jî bi vî awayî wan n

Serokwezîr Bînalî Yildirim di axavtina xwe ya ku di komcivîna partiya xwe kir de qala hevdîtina xwe û ya Barzanî  kir û wiha got: “ Me di hevdîtinê de di serî de mucadeleya bi terorê re, zêdekirina hevkariya li dijî PKKê û mijarên wisa nirxand.”

“Birêveberiya Heremî ya Kurdistanê birêveberiyeke xweser e”

Yildirim di  berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ala Birêveberiya Heremî ya Kurdistanê di rojevê de ye û wiha pê de çû: “Li gor makeqanûna Iraqê  birêveberiya Heremî ya Kurdistanê birêveberiyeke xweser e. Parlemento, serokwezîr û wezîrên wê cuda ne û ala wê jî heye. Dinya jî bi vî awayî wan nas dike.Mîna ku teamuleke nû hatiye sepandin, vê yekê tînin rojevê. Mumkin nîne ku mirov vê wek niyeteke qenc bibîne. Ji yekîtiya axa Iraqê re heya dawiyê rêza Tirkiyeyê heye. Destûra Iraqê çi ferz bike, ji wê re jî rêza wê heye. Ji xeynî vê tu sepaneke me ye mîna pêkanîna teamuleke nû ya dîplomatîk û usûlên nû, çênebû û çênabe. Em ji mêj ve dibêjin, bi birayên me yên kurd ra tu kêşeyeke me nîne. Kurdên li Iraqê, Sûriyeyê yên ku têkilî terorê nebûne, birayên me ne.”

Yildirim di dawiya axavtina xwe de di derheqê îddîaya PKK temamê Kurdan temsîl dike de destnîşan kir ev derew e, PKK ne temsîlarê temamê Kurdan e.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.