Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Em amade ne ku bi BankayaNavendî ya Iraqê re hevkarîyê bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Em amade ne ku bi BankayaNavendî ya Iraqê re hevkarîyê bikin

Serokê Bankaya Navendî ya Iraqê Mustafa Ghaleb ji bo ziyaretinan hat Hewlêrê û bi Mesrûr Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re hevdîtin kir.

Di hevdîtina ku hat kirin de zêdekirina pêwendîyên di navbera her du alîyan de, verastkirina bankavanîyê, fealîyetên terorê û fealîyetên dereqanûnî hat gotûbêjkirin.

Serokê Bankaya Navendî ya Iraqê Mustafa Ghaleb di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir, ew ê Ji şaxa xwe ya li Herêma Kurdistanê fealîyetên xwe bidomînin û wek terefê fermî Herêma Kurdistanê muxatab bigirin.

Mesrûr Barzanîyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de destnîşan kir, em amade ne ku bi Bankaya Navendî ya Iraqê re hevkarîyê bikin.

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.