Serokwezîrê Lubnanê Harîrî îstîfa kir

Serokwezîrê Lubnanê Harîrî îstîfa kir

Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî destnîşan kir ew derheqê jiyana xwe de bi fikar e û îstîfa kir.

Hat ragihandin Serokwezîrê Lubnanê Saad Harîrî îstîfa kir. Harîrî di daxuyaniya ku da televîzyona El Arabiya de destnîşan kir ku ew ji wezîfeya xwe îstîfa kir.

Harîrî di daxuyaniya ku da de destnîşan kir şert û mercên biha yên li Lubnanê dişbihê şert û mercên wan salên ku tê de sûîqest li bavê wî hatiye kirin  û li hember jiyana wî bi xwe jî komplo tên kirin ku ew vê yekê hîs dike.

Harîrî di axavtina xwe ya îstîfakirinê de Îran û Hîzbullah rexne kir. Harîrî di berdewama axavtina xwe de polîtîqayên Îranê yên li Iraq, Sûriye û Yemenê rexne kir.

Harîrî di berdewama axavtina xwe de îddîa kir Hîzbullah li Lubnanê dixwazê bi hêza çekan bibe xwediyê hukmê û Îran bo armancên xwe yên li Lubnanê Hîzbullah dide pêş.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.