Sêrta Aşiqê Pêxember

Sêrta Aşiqê Pêxember

Platforma evîndarên pêxember, bi minasebeta wîladeta pêxemberê me, li Sêrtê bernameya mewlûdê li dar xist.

Platforma evîndarên pêxember, bi minasebeta wîladeta pêxemberê me, li Sêrtê bernameya mewlûdê li dar xist. Bi hezaran aşiq û dilda û pêgirtiyên hz Resûlûllah, bi tekbîr û selewatan tevlî bernameyê bûn. Nexasim qîz û jinan teweccuhek mezin nîşanî mewlûdê dan.

Bername li stadyûma bajêr hate rastkirin. Bername bi tîlaweta Quranê dest pê bû, ji devê zarokên biçûk bi xwendina mewlûdê dewam kir. Dûre hunermendan, îlahiyên xwe pêş kirin. Millet bi coş û heyecan, bi tekbîr û selewatan tevlî hunirandina îlahiyan bûn. Mela Beşîr Şîmşek û mela Osman Teyfûr, li ser heyat û mucadela pêxemberê me û esahên wî xeber dan. Xitm û selewatên ku hatibû xwendin, hatin teslîmkirin. Careke din hunermend û grûbên îlahiyan, îlahiyên xwe pêş kirin. Bernameya mewlûdê ya bi coş, bi xwendina duayê bi dawî bû. BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.