10 elametên girîng a nexweşîya losemîyê

Pîsporên ku derbarê 10 elametên muhîm a nexweşîya losemîyê de agahî dan derbarê xetereya nexweşîyê de hişyarîyan li malbatan kirin.

Ji ber minasebeta “2-8ê Mijdarê Heftîya Zarokên Bi Losemî”yê  Pîsporê Pedîatrîk Hematolojî û Onkolojî Prof. Dr. Atîlla Tanyelî derbarê 10 elametên muhîm a nexweşîya losemîya ku jê re êşa spîbûna xwînê tê gotin de agahî da û derbarê xetereya nexweşîyê de hişyarîyan li malbatan kir.

Tanyelî di nirxandina ku derbarê nexweşîya spîbûna xwînê kir de destnîşan kir, ji ber ku şaneyên sereke yên di nav mêjîya hestûyan de bi şikleke bêkontrol zêde dibin, di serî de mêjîya hestûyan û bi gelemperî jî temamê şane û uzvên din zirarê dibînin ku ji vê êşê re losemî tê gotin. Tanyelî di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji vê nexweşîyê re tiştê ku dibe sedem hêmanên mîna qirêjahîya hewayê, telefonên mobîl, pêlên elektromanyetîk, nexweşîyên bi vîrus û hwd. ne.

Tanyelî di berdewama axavtina xwe de diyar kir bi hezaran kesên ku bi vê nexweşîyê ketine li benda tedawîkirinê ne.

Tanyelî di dawîya axavtina xwe de 10 elametên muhîm ên nexweşîya losemîya ku jê re spîbûnaxwînê tê gotin wha bi rêz kir:

1-Bêxwînî

2- Sincirîn

3-Bêhalî

4-Zeîfbûn

5-Morbûnên di wucûdê de

6-Êş û jana di hestûyan de

7-Xwîn hatin

8-Mezinbûna Kezeba Reş

9-Mezinbûna Fişikê

10- Di bedenê de derketina girêkan.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Îpekê veguherî gola avê
Li Çinarê hevdîtin û serdan pêk anîn
Çolig de qezayo xofin: 2 merdey, 3 birîndarî
1 jê giran 9 kes birîndar bûn
Kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû