Li Dêrikê jina ku ceryanê pê girt jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, Y. T. (36) ku diya 4 zarokan e, di dema ku li malê xalîçe dişûşt de bi girtina ceryanê ve çû; hat veguhastin nexweşxaneyê lê tevlî hemû destwerdanan jiyana xwe ji dest da.
Rûdan di gundikê Selametê yê ser bi gundê Tahtikê ve ku li ser navçeyê ye pêk hat. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Y. T. ku li mala xwe paqijî dikir, di dema şûştina xalîçeyê de ceryanê pê girt.
Lê ser agahdarkirina malbatê, tîmên tenduristiyê û cendirme berê xwe dan cihê bûyerê. Y. T. ya ku piştî destwerdana yekem a tîmên tenduristiyê hat veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê, tevlî hemû hewldanan nehat rizgar kirin.
Cesedê Y. T. birin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Cenazeyê Y. T. ya ku piştî karûbarên otopsiyê di saetên beyanî de teslîmî malbata wê hat kirin, li gundikê Selametê hat veşartin. Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.