Ji tirî dims, bastêq û bennîyê bi gûz tê çêkirin
Li Batmênê, tirîyê ku ji rezan tê civandin, bi rêbazên kevneşopî veguhere dims, bastêq û bennîyê bi gûz.
Li navçeya Kercewsê ya Êlihê (Batmanê) bi destpêkirina dema werzê tirî re di gundikan de xebata bidestxistina berhemên herêmî yên ji tirî zêde bû.
Gundî di saetên zû yên beyanî de diçin rezan, tiriyên gihîştî dicivin û bi traktoran vedihêlin gundan. Tiriyên ku hatine civandin, li vir bi rêbazên kevneşopî têne guvaştin û ava wan tê derxistin.

Tirî di nav tûran de têne danîn û guvaştin; ava tirî ya ku tê bidestxistin radihêjin qazanên mezin ên ku li meydana gund hatine vedan. Ava tirî ya ku li ser agirê daran bi saetan tê kelandin, piştî ku hate tewrê, veguhere dimsê. Dimsa ku tê amadekirin hem ji bo ku di mehên zivistanê de bête xwarin tê hilanîn hem jî tê firotin.
Kevneşopiya karxebata tirî ya ku li Kercewsê ji nifşekî derbasî nifşê din bûye, îro jî bi keda gundiyan tê jiyandin. Ji xeynî ku ava tirî tê kelandin û veguhastina dimsê, çêkirina benîyê bi gûz û bastêqê jî di nav mijûliya giring a serdem û werzê tiri de cih digire.
Ev berhemên ku bi lênêrîn û baldariyeke mezin ji tirî têne veguhastin, beşên giring ên çanda pêşxwarin û pêjgeha kevneşopî ya herêmê çêdikin. Gundî parçeyek ji van berhemên ku bi rêbazên sirûştî amade kirine ji bo hewcedariyên xwe vediqetînin û beşê ku dimîne jî difroşin, bi vê yekê tevkariyê li aboriya malbata xwe dikin.

"Îsal ji bo tirî hêviya bereketa bilind e"
Şêniyên gund destnîşan dikin ku pirbûna baranê ya îsal rasterast û bi erênî li ser berhemdariya tirî bixwe daye xuyakirin. Tê payîn ku bereketa tirî tevkariyê li zêdebûna hilberîna dimsê, bastêq û benîyê bi gûz jî bike.
Gundiyên ku diyar dikin ew her sal tiriyên ku ji rezan dicivin vediguherînin berhemên ciyawaz, bi domandina rêbazên hilberîna kevneşopî hem hewcedariyên xwe yên zivistanê dabîn dikin hem jî jiyandina teamên herêmî yên Kercewsê berdewam dikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.