Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di rojên derbasbûyî de di komcivîna AK Partîyê de îfade kiribû ku 15 zanîngehê nû dê bên damezrandin û pêşnûmeya di warê damezrandina zanîngehan de hatibû şandin meclîsê.
Li gor pêşnûmeyê li Dîrokê Zanîngeha Zanyarî û Teknolojîyê, li Samsûn û Sêwazê Zanîngeha Zanyarî û Teknolojîyê li Stenbolê bi navê Tûna û li Îzmîrê jî bi navê Tinaztepê dê 5 zanîngehên nû bên damezrandin. Hat îfadekirin ku Zanîngeha Îzmîr Tinaztepe û ya Stenbol Tûna dê bibin zanîngehên weqfê.
Li Stenbolê Zanîngeha Gazî, Selçûk, Dûmlûpinar, Înonu, Sakarya, Mersîn, Ercîyes û Zanîngeha Karadenîz ya Zanyarî û Teknolojîyê û ya Mereş Sutçu Îmamê dê hin fakulteyên wan ji zanîngehan biqete.
Li hêla din bi feqetina van fakulyeyan û zêdebûna fakulteyên din dê 10 zanîngehên nû bên damezrandin.
Li zanîngeh Stenbolê 86 hezar, li zanîngeha Gazî 62 hezar û li Zanîngeha Înonu jî 46 hezar xwendekar hindekarîyê dibînin. (ÎLKHA)