Li Stenbolê li ser Pira Şehîdên 15ê Tîrmehê di salvegera 2yemîn a teşebûsa darbê ya ku bi piştgirîya Amerîka ji teref FETO ve hat kirin de bernameyek hat tertîpkirin. Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku beşdarî bernamê bû û derbarê girîngîya rojê de axavtinek kir peyama yekîtî û digelhevîyê da û destnîşan kir 15ê Tîrmehê zafera temamê Tirkîyê ye.
Erdogan di axavtina xwe de diyar kir ew ê 15ê Tîrmehê qetîyen ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin. Erdogan dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ 15ê Tîrmehê bo me di dîrokê de qeydek e. Înşaallah me deftera darbeyan bi şerta ku careke din venebe girt. Wê şevê hinek kes bi me dia dikirin û hinek kes jî bi biserketina FETO dia dikirin. Em ê van her du terefan jî ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin. Ji wan kesên qatil ên ku wê şevê li welatê xw eîxanet kirin û di ser millet de berik reşandin re cezayên herî giran tên dayîn. Me milên wî melûnê li Pensîlvanyayê yê ku hîle, derew û teqîyeyan dike jê kir.”
ÎLKHA