2 Mislimanên Filistînî şehîd bûn

Hat ragihandin 2 Mislimanên Filistînî di êrîşên siyonîstên terorîst de şehîd bûn.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li rojhilatê Xazzê xortê ku bi berikên çeteya terorê giran birîndar bûb şehîd bû. Her wisa zarokekî ku berî niha di Meşa Mezin a Vegerê de giran birîndar bûbû jî li nexweşxaneya ku lê dihat tedawîkirin şehîd bû.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin doh siyonîstên terorîs li rojhilata Xazzê êrîşî Mislimanên Filistînî kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin  xortê 24 salî yê bi navê Sabrî Ahmed Ebû Xidir şehîd bû. Her wisa hat ragihandin xortê 13 salî yê bi navê Zekerîya Huseyîn Beşbeş ê ku berî niha di Meşa Mezin a Vegerê de bi berikên siyonîstên îşxalkeran giran birîndar bûbû şehîd bû.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn
Meclis de meselayê Çolig, Sêrt u Şirnexî ard ziwan
Bikaranîna ekranê ya bêkontrol bandorê li psîkolojiya me çawa dike?
Kesek birîndar bû
Li Çinarê, melayê gund bi derfetên xwe yên taybet ew giyayên ku li qavşaxê dîtina ajokaran asteng dikirin, paqij kir